28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MKGP’ê ji bo Nagîhan Akarsel daxuyanî da

MKGP’ê di salvegera qetilkirina akademîsyen, rojnamevan û nivîskar Nagîhan Akarsel de daxuyanî da û got: “Em ê xwedî li têkoşîn û mîrateya wê derkevin.”

Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) têkildarî salvegera qetilkirina endama Navendî ya Lêkolînên Jineolojiyê akademisyen, nivîskar û rojnamevan Nagîhan Akarsel ku di 4’ê cotmeha 2022’yan de li bajarê Silêmaniyê hatibû qetilkirin daxuyaniyeke nivîskî weşand. MKGP’ê di daxuyaniyê de banga tevlibûna çalakiya bîranîna Nagîhan Akarsel a li Amedê kir û got: “Em ê di çalakiya bibîranîna Nagîhanê de li dijî neheqî, dijhiqûqî, girtin, binçavkirin, qetilkirina rojnamegeran dengê xwe bilind bikin.”

MKGP’ê di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt gotin:

“Rewşa Tirkiyeyê ya di warê ramana azadiyê de û kirina karê pîşeya rojnamegeriyê her ku diçe dijwartir dibe. Binpêkirina mafên rojnamegeran û neheqiya li dijî rojnamegeran bi dawî nabin. Her roj em bi binpêkirina mafên rojnamegeran hişyar dibin. Bi taybet êrişeke sîstematîk a li dijî rojnamegerên jin di meriyetê de ye. Lê belê tevî hemî zext û zordestiyan rojnamegerên kedeke mezin di bin banê çapemeniya azad de didin ji sekna xwe xet şaş nekirine, her tim di lêgerîna rastî û heqîqetê de israr kirine. Wê rojnamegerên jin ên li dijî binpêkirina mafan li ber xwe didin bi awayekî bi rûmet pîşeya xwe bidomînin û mafê girtina nûçeyan a civakê biparêzin.

Niha li Kurdistan û Tirkiyeyê ewlehiya rojnamegeran tune ye. Nikarin bi awayekî azad pîşeya xwe bidomînin. Mûameleya nebaş li wan tên kirin û gef li wan tên xwarin. Tenê rojnamegerên alîgirên desthilata heyî ne dikare karê xwe bikin. Lê belê gelek caran şopandina nûçeyan a rojnamegerên çapemeniya azad tê astengkirin. Ji aliyê raman û xweîfadekirinê de jî tên astengkirin. Rojnameger bi awayekî nehiqûqî tên darizandin, derbarê wan de doz tên vekirin û tên girtin. Niha li Tirkiyeyê 63 rojnameger bi awayekî bêhiqûqî di girtîgehan de tên girtin. Ev binpêkirinên mafên rojnamegeran asta demokrasî û azadiya li Tirkiyeyê dide nîşandan.

Binpêkirina mafan, êriş û zextên li ser rojnamegerên çapemeniya azad li çar aliyên Kurdistanê dewam dikin. Li her aliyên Kurdistanê rojnameger tên girtin, dibin hedef û tên qetilkirin. Rojnameger Nagîhan Akarsel a ku kedeke mezin di qadên cuda de da û bû yek ji sembola têkoşîna doza gelê kurd jî sala borî li bajarê Silêmaniyê Başûrê Kurdistanê hat qetilkirin. Rojnameger, Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, Akademîsyen û Edîtora Kovara Jineolojiyê Nagîhan Akarsel, di 4’ê Cotmeha 2022’yan de li bajarê Silêmaniyê bi êrişa çekdarî hat qetilkirin. Şopînera heqîqetê, têkoşer û berxwedêra azadiya jinan Nagîhan Akarsel a bi awayekî wêrek tevî hemî zordestiyan li berxwe da û serî netewand, bi êrişeke hovane hat qetilkirin. Em vê êrişê wekî êrişa li dijî hemû jinên kurd dibînin. Di şexsê Nagîhanê de ev êriş li hemû jinên kurd û li doza gelê kurd hatiye kirin.

Nagîhanê ji bo avakirina Akademiya Jineolojiyê ya li Silêmaniyê û her wiha ji bo avakirina Pirtûkxaneya Jinên Kurdistanê dixebitî û di vî warî de ji jinan re bû feyzeke mezin. Bi sekin û helwesta xwe bandor li gelek kesî kir. Ji bo em xwedî li vê helwest û sekna bi qîmet derkevin, her wiha ji bo em xwedî li têkoşîn û mîrateya Nagîhanê derkevin em ê jî wekî Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) sibehê êvarî saet di 17.00’an de li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê ya li Amedê tevli çalakiya bibîranîna Nagîhan Akarselê bibin. Em ê di çalakiya bibîranîna Nagîhanê de li dijî neheqî, dijhiqûqî, girtin, binçavkirin, qetilkirina rojnamegeran dengê xwe bilind bikin. Em ê li dijî zihniyeta yekperest, baviksalarî ya jinan diçewisîne, qetil dike, tundiyê lê dike dengê xwe bikin yek. “