6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hêzên rejîma Îranê di mehekê de 463 kes binçav kirin

Hêzên rejîma Îranê di meha îlonê de, li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, herî kêm 463 kes binçav kirin

Li gorî agahiyên Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê berhev kirî, hêzên rejîma Îranê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, herî kêm 463 kes binçav kirin. Hejmara kesên di meha tebaxê de hatibûn binçavkirin, 264 kes bûn.

Li gorî daneyên Hengawê di meha îlonê de herî kêm 203 kurd hatin binçavkirin. Ev hejmar di nava rêjeya kesên di tevahiya welêt de hatine binçavkirin bû ji sedî 44.  Binçavkirinên kêyfî yên çalakgerên kêmaniyên olî, wekî meha derbasbûyi berdewam kirin. Hêzên rejîmê herî kêm 17 çalakgerên kêmaniyên olî binçav kirin. Di nava kesên hatine binçavkirin 4 jin, 4 zilam bi giştî 8 Bahaî hene.

Li gorî îstatîstîkan meha derbasbûyî gelemperiyê Îranê herî kêm 51 jin hatin binçavkirin. Ev hejmar bû ji sedî 11’yê hemû binçavkirinan. Di heman serdemê de 50 zarokên di bin 18 saliya xwe de hatin binçavkirin û bi darê zorê hatin windakirin. Ji sedî 37’ê zarokên Belûc, ji sedî 10 kurd ji sedî 2 jî zarokên din li bajarên Meşhed û Tehranê hatine binçavkirin.