6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsan rojnameger Ayşenûr Arslan binçav kir

Polîsan Rojnameger Ayşenûr Arslan ji ber nirxandinên xwe yên têkildarî çalakiya bombeyî ya li Enqereyê binçav kir

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi hinceta nirxandinên rojnameger Ayşenûr Arslan ên têkildarî çalakiya bombeyî ya li Enqereyê lêpirsîn da destpêkirin. Polîsan di çarçoveya lêpirsînê de Arslan li mala wê binçav kir. Hat zanîn ku dê Arslan bibin Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê têkildarî lêpirsînê daxuyanî da û tawanbariyên weke “propagandaya rêxistinê” û “pesnê sûc û sûcdar da” li rojnameger Arslan kir.

Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) ji ber gotinên Arslan ên piştî çalakiya li Enqereyê kiribûn, derheqê Arslan û Halk TV’yê de lêpirsîn dabû destpêkirin. Xwediyê Îmtîyazê yê Halk TV’yê Cafer Mahîroglû ragihandibû ku bernameya Medya Mahallesî ya ku Arslan pêşkeş dikir ji weşanê hatiye rakirin.