27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Beriya Rojê radibû dixwend û dinivîsand

Akademîsyen û endama Akademiya Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî ku demek dirêj rêhevaltiya Rojnamevan Nagîhan Akarsel kir, behsa Nagîhan kir û diyar kir ku ew kesek gelek zanist bûye û ew hertim beriya roj hilê radibû dixwend û dinivîsand

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, rojnameger û edîtora Kovara Jineolojiyê Nagîhan Akarsel li bajarê Silêmaniyê di 4’ê Cotmeha 2022’yan de hat qetilkirin. Di ser qetilkirina Nagîhan re salek derbas bû. Nagîhan ji bo avakirina Akademiya Jineolojiyê ya li Silêmaniyê û her wiha ji bo avakirina Pirtûkxaneya Jinên Kurdistanê dixebitî. Bi xebatên xwe bandorê li jinên Başûr kir.

Nûçegîhana JINNEWS’ê Rojda Aydin, bi rêhevala wê, akademîsyen û endama Akademiya Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî re hevpeyvîn kir û behsa Nagîhanê kir.

* Gelek kes behsa taybetmediya kesayetiya Nagîhan Akarsel dike. Li gorî we kesek çawa bû? Nêzîkatiya wê, jiyana wê û têkiliyên wê çawa bûn?

Hevala Nagîhan Akarsel ku bi ‘Zîlan’ tê naskirin, min di sala 2018’an de bi rêya telefonê di bernameyekî de me hevdû nas kir. Ji ber ku projeyeke me ya ji bo mûzeya Hambûrgê hebû. Di vê projeyê de pêdiviya me bi perspektîfeke dîrokî û ekolojîk hebû. Wê demê gelek kesan behsa heval Nagîhanê kiribû ku xwedî perspektîfeke gelek firehe li ser dîroka jinê û dîroka xwedavendan, bi taybetî jî ekolojiya Kurdistanê bû. Wê demê jî ji bo serdanekî hatibû başûrê Kurdistanê. Demekî jî li Rojavayê Kurdistanê derbas kiribû. Bi taybetî lêkolînên xwe li ser efrîniyê, Şengalê û êzdiyatiyê dikir. Ji bo amadekariya mûzeya Hambûrgê ez carekê bi rêya telefonê bi wêre axivîm û carekê jî em rû bi rû axivîn. Wê demê gelek alîkar bû û bersiv da. Dema ez hatim Kurdistanê me li başûrê Kurdistanê hevdû dît. Hevdîtina me gelek ken bû. Carekedin me li ser pêşxistina xebatên jineolojiyê li başûrê Kurdistanê û pêşxistina xebatekî analîzeke sosyolojî de me li başûrê Kurdistanê hevdû dît. Wê deme li başûrê Kurdistanê dest bi xebatekê hatibû kirin. Naskirina me bi rastî di qada jineolojiyê de dest pê kir.

Dema ku min nivîsên wê dixwend kûrahiya fikirandina heval Nagîhan û di heman demê de jî watedariya her tiştê derdora xwe, wateradiya dîrokê û taybetî ya hebûnê. Nivîsên wê taybetî bala min dikişand. Ji bo vê jî ez gelek kêfxweş bûm ku cara yekem li başûrê Kurdistanê dît. Min got rastî jî xebateke baş bû ji bo jineolojiyê li Başûrê Kurdistanê destpê bike. Ji ber ku heval Nagîhan di nava vê xebatê de bû û pêşengiyek vê xebatê dikir. Wê demê me wisa hevdû nas kir.

 Beriya avabûna rojê radibû

Qonaxa piştê wê jî xebata pirtûkxaneyê bû. Xebata pirtûkxaneyê de em demekê dirêjtir bi hev re man heta şahadeta heval Nagîhan a 4’ê Cotmeha 2022’yan. Heta wê demê em bi hev re bûn. Nêzî salek û nîv em bi hev re bûn. Vê xebatê me bi hev re da meşandin. Ji bo keseyatiya wê mirov dikare bibêje hevala Nagîhan çavkaniyek, kaniyek bû. Çawa ku kaniyek av jê derdikeve heval Nagîhan jî rastî xwedî kesayetiyek wisa bû. Her tim mirovek tijî bû. Watedayînê dida derdora xwe û her tiştekê, kulîlkekê, giha û mirovên derdorê xwe. Xebatekî nû bi ciddiyet dida destpêkirin. Hezkirina wê ya ji bo vê xebatê her roj ji bo wê rojekî nû bû. Ji ber vê jî bi vê taybetmendiya xwe gelek bala min kişand. Kesekê gelek bi hezkirin bû.

Serê sibê zû radibû û tim dixwend

Her roj serê sibehê zû dema radibû ew felsefeya ku dibêje bi taybetî li cem civaka me ya êzidî, beriya derketina tavê rabî û ew jî wisa bû. Dema serê sibehê radibû çend pel nivîsandibû. Ji ber vê jî ev taybetmendiya wê gelek bala min kişandibû. Serê sibehê zû radibû û tim dixwend. Pirtûkên gelek hêja û bi nirx dixwend. Ji bo kesên derdora xwe pêşniyaran jî dikir. Ji bo vê jî bi aliyê xwe yê hezkirina hevaltî, çandên cûda, civakên cûda yên ku xwedî baweriyên cûda ne. Li başûrê Kurdistanê li dûrê baweriyên cûda bûn û ji van yek jî baweriya Yarsanî bû. Lê heval Nagihan bi hevranî nêzî vê çandê dibû û lêkolînan dikir. Bi jinên xwedî baweriya yarsanî re hevdînan kir û serdana gundên wan kir. Çîrokên wan û kûrahiya baweriyên wan gûhdarî kir. Bi rêya Nagîhan me baweriya yarsanî û yên din nas kir. Eleqeyek wê ya kûr hebû ji bo çandên cûda û derdora xwe.

 Li ser rengê perdeyên pirtûkxaneyê difikirî…

Nagîhan eleqe nîşanê her zindiyên ku nava xwezayê de dijî dida. Eleqe nîşanê her darekî dida. Dema her serê sibehê radibû em diçûn pirtûkxaneyê. Destên xwe darê tû yê dida. Ji ber ku darekî tû yê di hewşa saziya me de hebû û wê gelek zêde tû hez dikir. Gelek tijî hezkirin bû. Hezkirina wê ya ji bo derdora xwe rastî ew qas pozîtîf difikirî nikaribû tiştê negatîf bimîne. Carna me wê rexne dikir û digot “Divê tu ew qas zêde pozîtîf nebî. Divê hinek tiştên negatîf bimînî ku parastin girîng e.” Ji hinek tiştan re bi gûman nêzîkbûn girîng e. Lêgerîna wê tim ji bo afirandina tiştên nû dihîşt ku her tim pozîtîf bifikire. Bi taybetî jî kolektîfbûyîn û nêrînên wê tim hebûn. Mînak pencereyên pirtûkxaneyê pir zêde bûn. Rojekî li ser rengê perdeyên pirtûkxaneyê fikirî. Heta ku rengê tiştan jî difikirî.

 Xeyalên wê bal dikişand

Kesekê gelek hêja, di warê jiyanê de gelek vekirî û rexneyên xwe tim vekirî dikir. Ser girtî rexneyên xwe nedikir. Her çixwasî rexne dikir jî hezkirina xwe ya li hemberê kesên xwe dida nîşandan. Her tim diafirand. Demên dawiyê de nivîsên wê yên di warê jineolojiyê hatibû belavkirin bê gûman di demên dawiyê de ew nivîsên wê yên ku bûn pirtûk rêwiya heqîqetê Nagîhan Akarsel ji bo min şerefek mezin bû ku ez wê pirtûkê wergerînim kurdî. Dema min her pelekê pirtûkê werdigerand kurahiya heval Nagîhan hîn keşif dikir. Watedayîna her kêliyekî dîrokî ye. Watedayîna her tiştekî min dikarî di vê pirtûkê de bimînim. Bi taybetî jî di avakirina bîrê (hafize) de. Bîra ku ew dixwast di nava civaka xwe de zindî bike û hem jî lê zêde bike bi taybetî di aliyê jinan de. Ew xalên wê gelek zêde bala min kişandin. Di nava jiyanê de jî vê yekê nîşan dida.

* Dema hûn bi hev re bûn bêtir behsa çi dikir? Tişta ku di dilê wê de mayî çi bû? Hêrî zêde bêriya çi dikir? Mijara ku wê hestiyar an jî kêyfxweş dikir çibûn?

Tiştekî herî zêde wê kêfxweş dikir dema her carekê dema me bi hev re rengekê kolektîf diafirand ew nêrînekê dida û ev nêrînên wê gelek baş dihat nîqaşkirin. Gelekê kêfxweş dibû. Carna kenê wê bala her kesekê dikişand ji ber kêfxweşiyê. Di heman demê de yekser tiştek dihat bîra wê digot “Me gavek wisa baş avêtiye em biçin bi hev re xwarinekê bixwin, çay vexwin. Zêdetir li ser vê gavê ku avêtiye nîqaşan bikin.” Zêdetir ji atmosfera kolektîf gelek hez dikir. Lê bi timî dema dikaribû bi fikrandina xwe kolektîfbûn biafirîne. Dikaribû ew kolektîf bûn herikîne nava deme. Ew torekî peywendî di navbera xwe û derdora xwe dida.

Watedayîn û kêyfxweşiya wê

Ew tiştekî ku herî zêde ku bala min dikişand hezkirina wê ya ji bo koleftîfbûyînê bû. Ev tişta ku herî zêde wê jê hezdikir bû. Dema jinekê çîrokekê bigotiya û wê jî bikaribûya wateyekê lê bar bike ew gelekê kêfxweş dibû. Tiştekê ku ew herî zêde jê kêfxweş dibû guhdarkirina kesên bi temen ku çîrokên xwe yên dema borî bi rengekê digotin ji heval Nagîhan re dibû îlhama nivîsekê û watedayînekê. Di nivîsekê wê de tiştek gelek bala min kişand, behsa mêrekî bi emir dikir li gundekî Kurdistanê li başûr dîtiye. Ez bi xwe dema tiştek wisa bimînin dibe ku zêde wate nedim, lê min di nivîsên wê de dît ku ev yek çixwasî lê kêfxweş kiriye ev kêlî. Dema kesekê bi emir hûrmet ji darê re nîşan dida, berhemên vî darê hîn negihîştiye jêkirina wê weke gûnehekê dibîne ev kesên bi emir. Ew ji menedayîna vê tiştê gelek kêfxweş dibû. Digot ew mirov rêzên wan ji bo xweza, dar û xwe ye.

 Behsa bîranîna dayika xwe kir

Me bîranên xwe rastî jî pir bi hev re parve kiriye. Behsa bîranînên xwe yên zindanê dikir.  Dema behsa ew bîranînên xwe dikir behsa tiştên henekê dikir û pê dikeniya. Behsa bîranan xwe û dayika xwe dikir. Dayika wê gelek xwestiye ku wê li cem xwe bigire. Hewldanên wê jî ew qas zêde bûye ku gund hemû carekê de şîn kiriye. Ji ber ku dayika wê dizane ku heval Nagihan şînahiyê gelek hez dike, daran gelek hez dike. Lê ji ber ku gundê wan cihekî zûha bûye dayeka wê ew qas hewldaye ku, partiya ku bawer dike û jêre dixebite qezenc bike û bikaribe gund şîn bike. Wê digot “Dema ez ji zindanê derketim min dît ku gund bi carekê ew qas şîn bûye. Derdora malê ew qas şîn bûye.” Hewldana dayika xwe ew qas qîmet dida her tim behsa bîranîna dayika xwe dikir. Behsa bîranên xwe yên ku bi kesên wê re kar kiriye dikir. Tevlîbûna her ciwanekê, hîn kirina her ciwanekê bîranînek kûr avakiribû heval Nagîhan de.

 Axaftina bi zimanê taybet a dayikan

Bi taybetî jî çûyîna wê ya li Efrînê pêykerekê biçûk a xwedavend dikir. Çend caran wekî ku qet behs nekiriye çend caran wisa dûbare dikir. Wê gelek kêfxweş kiriye ku tiştek wisa keşif kiriye di xweza û arkeolojiya Efrînê de. Bi taybetî jî çûyîna wê ya Şengalê bi hevalên akademiya jineolojiyê re lêkolîna xwe li Efrînê û têkilî rasterast bi dayikên Şengalê ra kiriye. Ji ber vê yekê gelek kêfxweş bûye. Bi taybetî jî ew zimanê ku jin bikaranîbûn li Efrînê gelek bala wê kişandibû. Heta vîdeoyekê jî qeyd kiriye. Ew dayik bi rengekî diaxivîn ku zimanekê wan a taybet e û ji bo ku mêr wan fêm neke sirekê wan a taybete. Bi zimanekê taybet diaxivîn. Dema me li ser vê nîqaş dikir me digot li gelek cihên din ên cihanê heman ziman tê bikaranîn ku ji bo mêr wan fêm neke. Ew bîranên xwe bi taybetî li ser wan digot.

‘Jiyan bi xwe eşqe û hezkirine’

Bi taybetî bîranên wê yên li Başûrê Kurdistanê gelek hebûn. Bîranîneke gelek gelek balkêş bû û heta niha cihên ku ez diçim behsa bîranîna heval Nagîhan dikim. Bê guman Akademiya Jineolojiyê li ser destanên hezkirî yên trajedîk ên ku li Kurdistanê bi dawî bûne li ser wan lêkolîn hene. Yên bi destanan, mîteolojiyê hatine îfadekirin. An jî ew destanên rasteqîn ên ku li başûrê Kurdistanê de qewimîne bi trajedîk bi dawî bûne ji ber şer. Ew hezkirin her tim bi trajedîk bi dawî bûne. Heval Nagîhan diçe Hewrêman û dixwaze li wê derê li ser destanên evîndarî û hezkirinê ku bi trajedîk bi dawî bûne lêkolîn bike. Li wê derê ji dayîkekê dipirse, dibêje li Hewrêmanê destanên çawa hene. Dayik jê re dibêje, “Li vê derê destanên hezkirin tuneye. Ji ber ku jiyan bi xwe eşqe û hezkirine.” Heval Nagîhan her tim behsa vê tiştê dikir. Di nivîsekê xwe de behsa vê bûyerê kiriye. Ev bê gûman ji watedayînê tê. Heval Nagîhan gelek watedariya bûyeran û çîrokan da. Bîranînên xwe yên li gundê Hawar  a bi taybetî ya bawermendiya yarsan gelek hebûn.

 Hezkirina wê ya tû yê…

Tişta ku herî zêde heval Nagîhan jê hez dikir jî tû bû. Her carê digot dema tu diçî bazarê bi xwe re tû bîne.  Dema em ji cihek derbasî cihek din dibûn erebe dida sekinandin me ji xwe re tû dikirî. Di mala me de tim tû hebû, ji ber gelek jê hez dikir.

* Kesayetiya wê bandorek çawa li jiyanê û xebatê dikir? Zanînên xwe çawa pratîze dikir û dikir parçeyeke jiyanê?

Gotineke Rêber Apo ya ku behsa fikrandin, gotin û çalakî dikir heye. Heval Nagîhan tiştên ku difikirî, digot û di heman demê de tiştên ku dikaribû pêk bîne. Mînak tiştên ku zêdetir derdora xwe re parve bikiraba li gorî pêdiviyên derdora xwe nêz dibû. Piranî jî guhdar dikir. Taybetmendiya guhdarkirin li cem heval Nagîhan gelek zêde bû. Dema em bi hev re diçûn cihekî min jê re got tu gelek kêm diaxivî. Wê jî digot “Li başûrê Kurdistanê hewce dike ku em zêdetir guhdar bikin. Ji ber ku mirov gelek şikestine, gelek hêvî li başûrê Kurdistanê hatiye şikandin. Ji ber vê jî divê em zêdetir guhdar bikin. Çîrokên wan guhdar bikin.” Ev taybetmendiya wê gelek balkêş bû. Ev taybetmendiya wê gelek bandor li derdora xwe dikir. Digotin taybetmendiya mirovên zana hewce nake zêde biaxivin. Zêdetir li gor pêdiviyan gav davêje. Ev xala ku jiyanê rave dikir gelek balkêş bû.

 Pirsgirêkan didît û çareseriyê jî didît

Min di heval Nagîhan de dît ku bandorê li ser derdorê dike. Kûrahiya wê di tespîtkirina pirsgirêkan de bû. Lê pirsgirêkan didît û çareseriyê didît. Yanî di mirovan de vê tiştê dida avakirin ku mirov çawa nêzî pirsgirêkên xwe bibe û bi kîjan perspektîfê bide avakirin ev gelek girîng bû. Mirov bi tenê bi çavên tûrikekê mirovan binêre û bi tenê agahî bide. Bi guhdarîkirinê taybetmendiya van mirovan, pirsgirêkên wan û pêdiviyên wan tespît bike û li gorê wê nêzîk bibe.

Piştî şahadeta heval Nagîhan ev yek bandorê li mirovên vê derê kir. Heval Nagîhan carna nediaxivî, hema bi kenekê an jî bi nêrînekê kûr a karekê dikaribû bandora xwe nîşan bide. Hûnermendekî li vir çûbû pêşengeha wê û roportaj dabû. Lê ji ber hevalê hûnermend di hêla ziman de hevdû zêde baş fêm nekiribin jî, çend peyv û kenê hevala Nagîhan û nêrînan tabloyên wê dîtiye ku çawa bi hezkirin û kenekê pêşengehê dike. Di roportajê de me dît ku ev hûnermend çixwasî bi hezkirin nêzî berhemên wê bûye. Ev fikrandin, gotin û pêkanîn li mirovan qût bûye. Lê ev taybetmendî li cem heval Nagîhan gelek zindî bû.

* Projeyên wê yên cûda nîvco mabûn hene gelo?

Projeyekê me yê li başûrê Kurdistanê bi perspektîfa jineolojiyê meyzandina hûnermendan li xwebûna xwe, an jî lêgerîna wan a xwebûna xwe yek ji projeyên ku herî zêde hevala Nagîhan beşdarbûnekê pir bi wate û pir enerjî dawî kir, lê ev xebat hîn jî berdewam e. Projeya duyemîn niha di nîqaşê de ye ku em ê destpê bikin. Di vê xalê de dema mirov perspektîfa Jineolojiyê ji devê heval Nagîhan guhdarî dikir, ezbere nediaxivî. Tişta ku kiriye mêjiyê xwe de lê bawer dike, tişta ku dikare biherikîne gotinan dikir û di heman demê de ew wisa jiyan dikir. Ez bi xwe salek û nîv bûm şahidê nêzîkatiya wê ya ji bo jiyan, hûner, jin û civakê.

 Projeya ‘Xwebûnê’

Li başûrê Kurdistanê niha sê xebatên girîng hene û di qada navneteweyî de jî bê guman deng vedaye. Ya yekem bi jinên herçar parçeyên Kurdistanê yên derveyê welat avakirina pirtûkxaneya jinê, navenda lêkolîn û arşîvê. Di heman demê de projeya duyemîn jî projeya “Xwebûnê” ye. Bi taybetî jinên hûnermend çawa li xwebûna xwe bigerin. Ew projeya me ya yekemîn bê gûman di zivistana 2021 û bihara destpêka 2022’yan berdewam kir. Ev projeyek gelek girîng bû û 7 hûnermendên başûrê tevlî bûn. Bê gûman hûnermendekê bakurê Kurdistanê jî tê de bû. Niha projeya Xwebûn ku hûnerên jin û lêgerîna xwebûnê bi hûnerê ye û projeya duyemîn e. Em berdewamiya projeyê wê tînin. Bê guman xebatên me yên Akademiya Jineolojiyê li Başûrê Kurdistanê. Qonaxa berê de ev sê xebat hebûn û xebatên wan niha berdewam dikin. Lê xebata Xwebûn ji bo jinên hûnermendin. Nîqaşekê bê guman heye ku bi tenê jinên başûrê Kurdistanê nabe, bi jinên herçar parçeyê Kurdistanê û derveyê welêt re jî bên meşandin. Ew proje projeyek pir alî ye. Projeyek berfireh e. Ez der barê projeyê de niha nikarim agahiyên berfireh bêjim. Ji ber ku hîn nîqaşên me li ser berdewam dike. Lê bê guman berdewamiya wê girîng e. Di demên pêş de em dikarin agahiyên berfireh bidin. Bi taybetî hûnermend ji bo xwe vê projeyê rêve dibin, lê elbet bi alîkariya jineolojiyê.

* Bi xebat û nêzikatiya xwe bandorek çawa li ser jinên başûrî kir? Jinên başûrî derbarê wê de çi difirin? Hest û ramanê jinên başûrî çi ne?

Dema xebatên jineolojiyê li başûrê Kurdistanê dest pê kir, di demekê kin de deng veda. Demeke pir dirêje li başûrê Kurdistanê xebatên jinan heye. Di qadên siyasetê, aborî, hûner û çapemeniyê bigire heta qadên cuya yên jiyanê de bigire hem rêxistinên jinan hene, hem însiyatîfên jinan hene û hem jî saziyên cuda cuda yên jinan hene. Her wiha tevlîbûnan jinan heye di qadên cûda de. Lê tiştekî ku rastî jî di xebatên jineolojiyê, pirtûkxane û xebata pirtûkê de bandor kir, ew qonaxa ku me lêkolînên li ser rewşa başûrê Kurdistanê kir bi taybetî aliyê civakî, çandî, rewşenbirî û aliyê zihnî. Ji bo me aşkere bû ku hevala Nagîhan dehan kûr li ser rawestiya û bû dîmanîk. Wekî dînamînekê zindî ya nava vê xebatê de ku tovên wê hat weşandin.

 Bandorekê mezin li jinan kir

Hevala Nagihan rola wê gelek mezin bû di vê xebatê de. Ev xebat hêvî ava kir li cem jinan. Heta vê qonaxê pir xebat dihat kirin, lê xebateke ku di aliyê stratejîk de bandor li siyasetê bike, bandor heta li zihniyeta mêr bike xebateke wisa stratejîk nehatibû meşandin. Xebat heye, lê piranî taktîkî hêza jinê mêze kirin. Weke yêdek mêze kirin hêz û statûya jinê. Lê bi xebata Jineolojiyê ev potansiyela jinê çixwasî stratejî ye, hêza jinê dikare holekê kûr û stratejîk bibîne di gûherandina civakî de. Di bingeha avakirina şoreşa demokratîk û civakî de rastiyê dîtin. Hedef girtina hevala Nagîhan sedemeke wê ya esasî jî pêşî girtina vê xebata stratejîk bû. Yek ji sedemên esasî hevala Nagîhan hedef hat girtin, ji bo ku vê pêşengiyê ji holê were rakirin. Berê ku ev tovên ku hatine weşandin berhemên xwe bide vê pêşengiyê ji holê rabikin. Dijmin rasterast rola pêşengiya rola hevala Nagîhan hedef girtibû vê xebata stratejîk de. Ji ber ku ev xebata stratejîk dikarî potansiyela ku heye biherikîne qadekî guhertin û veguhertinê ava bike. Ji bo vê jî gelek bandorekê mezin li jinan kir. Mînak bi vê xebatê re ne rasterast be jî ew jin bi min re jî nexebitîbin jî, dema me xebata bîr (hefîze) avakirina navendekî parastina bîr û arşîva jinê navendekê lêkolînê destpê kir. Gelek jinên cuda cuda yên di nav partiyên siyasî yên başûrê Kurdistanê de dest pê kirin û dest bi heman xebatê kirin. Me çixwasî hewlda ku vê xebatê bi rengekê kolektîf bimeşînin. Bi hev re kar kirin û bi taybetî jî bi Konferansa Sedsala Lozanê ve hevdîtin bi van jinan re hat kirin. Ew bi xwe jî hewceyî dîtin ku vê xebatê bi hevdû nêzîk bikin.

 Pirtûkxaneya Jinên Kurd

Ji bo vê jî mirov dikare bibêje ev xebat ne bi tenê di nava avahiyekî, pirtûkxaneyê de, bi tenê komkirina pirtûkan de sînordar bû. Bi tevahî guhertin û veguhertina demokratîk a civakê de, avakirina bîrê de, dîrokî, civakî ji bo civaka Kurdistanê rolekî pir mezin dîtiye. Ji bo vê jî gavên ku hatin avêtin bandor li rih, manewiyat û baweriya wan kir. Baweriya wan jî zêde bû ku ew jî dikarin vê karê bikin. Pir jinan piştî wê destpê kirin li ser xebatên dîrokî, fotograf û pirtûk, heta welatên başûr, Amerîka, Kanada, Aûstûralya, heta welatên cûda yên Ewropa bigire pirtûkên xwe şandin Pirtûkxaneya Jinên Kurd. Ji bo pirtûkxaneyê kom ava bûn. Dema dîtin ev proje enerjiya jin biherikîne pir berhemdar, qadekî ku jin xwe bawer bin. Gotinên wan bi nirxin li cem civaka xwe. Hêj di aliyê dîrokî, civakî, rewşenbirî, ferhengî û çandî de nirxdayîn û rêz dayîn ji berhemên jin ava bikin. Dema ku jinan bihîstibû dê Pirtûkxaneya Jinên Kurd vebibe, hêzekê da jinên kurd.

 Şoreşa Jin Jiyan Azadî bandorek mezin kir

Ev yek ji bo jinên Rojhilatê Kurdistanê zêdetir watedar e. Ji ber ku em dizanin li bakur û rojavayê Kurdistan di aliyê guherîn û veguherîna zihniyetê de gavên gelek mezin hatin avêtin. Ev gav cîhanê bandor kiriye. Di demên dawiyê de li Rojhilatê Kurdistanê şoreşa “Jin Jiyan Azadî” bandorek gelek mezin kiriye. Dagirkerên Kurdistanê her tim ji potansiyela jinên pêşeng û avakirina bîrê de rol dibîne rastî hem ditirsin û hem jî êriş dikin. Ji ber vê yekê jî zihniyeta desthilatdar, zihniyeta baviksalar zihniyeta dewleta desthilatdar ji vê pêşengiya jinê û bîra wan ditirsin. Ji ber vê yekê ez dikarim bêjim ku ev projeya pirtûkxaneyê bandorek mezin li ser jinan kir. Ev hîn destpêke.

 Ji bo Nagîhan kampanya…

Di qada navneteweyî de jî ji bo piştevaniya amadekariyên ji bo avêtina gavên şênber tê kirin. Em niha ber bi şahadeta hevala Nagîhan Akarsel ve diçin. Ji aliyê jinên entelnektuel, parlamenter, siyasetmedar, akademîsyen û nivîskar hem jinên kurd û hem jî ne kurd di qada navneteweyî de kampanyayek heye. Rojên pêş de dê were ragihandin. Kampanyayek gele gelek hêja ye. Kesên asta navneteweyî de ku giraniya navê wan hene karê xwe li ser qada navneteweyî avakirine û ji bo vê kampanyayê îmze komkirine. Ji bo ku edalet bê ji doza hevala Nagîhan û kûjerê wê bê darizandin. Ew îmzeyên ku hatine komkirin jî ev hêvî dikin ku bandor bike. Bi vê yekê re jin dê xwe bi hêztir hêst bikin ku ew ne bi tenê ne.

* Xeyala ku Nagîhanê bi vekirina Pirtûkxaneya Jinên Kurd pêk hat, jinên Başûrî çawa xwedî li vê xeyalê derdikevin?

Jinên başûrê Kurdistanê helwesta xwe piştî şahadeta heval Zîlan (Nagîhan)  nîşandan. Helwesta wan gelek zelal bû ku gotin em xwedî vê li pirtûkxaneyê derdikevin. Em dev jê bernadin. Em bi israr xwedî li vê pirtûkxaneyê derdikevin û xeyala Nagîhan Akarsel pêk bînin. Ji ber ku dîtin mirovekê dikare bi jiyana xwe bi xeyala xwe pêk bîne û ji bo vê yekê jiyana xwe ji dest bide. Dema mirov kesek wisa pêşeng di asta pêşengiyatiyê de bimîne ku amadeye jiyana xwe ji bo pêkhatina xeyala xwe bide wê demê em pêre ne.

 Vîna jinên başûrî gelek xurt e

Ji bo ku ev xewn bi pêk bê ev ê xwedî li vê yekê derbikevin û em ê vê projeyê temam bikin. Jinên başûrê bi vê rê bi zelalî bersivê dan. Li Başûrê Kurdistanê cara yekemîn bû ku cezaneyek li ser milên jinan hat rakirin. Ev yek jî gelek bandorê li jinên Başûrê Kurdistanê kir. Jinan ew qaliba hişmendiyê şikandin. Ev hêzek da jinan. Jinan xwedî li xeyala heval Nagîhan derketin. Hevala Nagîhan li başûrê Kurdistanê ew qas berhemên wê hene ku dê dem dirêj jî bandorê li Başûr bike. Avabûnên nû bi xwe re bîne. Ji aliyê Akademiya Jineolojiyê de pirtûkek wê hatiye wergerkirin. Dema ew pirtûk were xwendin û were belav kirin di nava başûrê Kurdistanê de bi hejmarek hîn zêdetir civak Nagîhan Akarsel nas bike û xwedî lê derbikeve. Zihniyeta baviksalarî gelek hewlda ku vîna wê bişkîne. Lê em dibînin ku vîna jinên başûrê Kurdistanê gelek xurt e.

* Derbarê darizandina kujer de heta niha pêşketinek heye an na?

Ez nikarin bersiva  vê pirsê bidin, ji ber ku tu agahiyek di destên me de tuneye. Meqamên fermî tu tiştekê nabêjin û agahî nadin. Niha di qada navneteweyî de bi taybetî piştî ev îmzeyên ku hatine komkirin bê weşandin, di aliyê hiqûqî de dibe ku hewldanên nû bi xwe re bîne. Ji bo ku ev kûjer bê darizandin û hêzên li pişt wan bên mehkûmkirin. Di heman demê de edalet cihê xwe bimîne. Em ji bo doza Nagîhan Akarsel edaletê dixwazin. Edalet û azadî tunebe jiyan jî tuneye. Di bin dagirkeriyê de em her roj bi êrişan re rû bi rû dimînin. Ji ber vê jî xwedîderketina li doza Nagîhan Akarsel xwedîderketina li hemû jinan e. Êriş ne bi tenê li ser Nagîhan Akarsel li ser hemû jinan bû. Ew jinên ku vê kampanyayê dane destpêkirin û îmzekirine ji ber êriş li dijî wan jî bûye îmzekirine. Ji ber vê jî ev doz ji bo me dozekê neqediyayî ye. Heta ku di dozê de edalet cihê xwe nebîne, em ê edaletê bigerin. Ji bo pêk anîna xeyalên hevala Nagîhan Akarsel û hevalên din ên ku azadiyê digerin û canê xwe dane di vê rêyê de em girêdayî rêya wan e. Heta ku edalet pêk neyê em ê nesekinin. Ev sondeke ji bo me.