10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Komeleya Rosa li dijî sucên leşker û polisan derketin qadê

Rêvebira komeleya Rosa Berfîn Polat diyar kir ku ew daxwaz dikin ku edalet pêk were û wiha got:” Em li dijî sûçên ku ji aliyê kesên bi ûnîformayan ve tên kirin bêdeng nemînin”

Platforma Jinan a Dîcle Amedê(DAKP) û Tora Têkoşîna bi Tundiyê re ya Amedê “Li dijî polîtîkayên şerê taybet” li Qada Deriyê Çiyê daxuyanî da. Kesên beşdarî daxuyaniyê bûn wêneyê jinên ku ji aliyên leşker û polîsan ve hatin kuştin hilfan. Di daxuyaniyê de endam û rêvebirên Partiya Çêpên Kesk, HDP, DBP  û gelek sazî û dezgehên sîvîl amade bûn. Rêvebira komelaya Rosa Berfîn Polat daxuyanî xwand.

Berfîn Polat destnîşan kirku ev polîtîkayên ku jin û hemû qadên jiyanê dike hedef, êdî bi awayekî vekirî û bêtedbîr tên meşandin û wiha got: ”Li Wanê çawîşên pispor di nîvê rojê de bi serxweşî tacîzî jinan kirin û heqaret li kesên ku bertek nîşanî tacîzê dan kirin. Li şuna ev kesên polîtîkayên şerê taybet dimeşînin bên cezakirin, kesên xwe diparêzin tên cezakirin. Ji ber vê yekê em ji vir bi hev re bang dikin; Darizîne! Ne parêze!. Di bûyera Wanê de jî di nav civakê de hêrseke mezin çêbû ku kesên bi unîformayan nayên cezakirin û ji edaletê direvin. Em ê li dijî sûçên ku ji aliyê kesên bi ûnîformayan ve tên kirin bêdeng nemînin”

Wîcdanê civakê sûcan ji bîr nake

Polat diyar kir ku wijdana civakî sûcên berê hatine kirin ji bîr nake û wiha dawî li axaftina xwe anî: ”Wijdanê civakî sûcdaran naparêze. Dê rojekê ev rewşa bêhiqûqiyê bi dawî bibe, dê roj were ku kesên sûc dikin dê li ber dadgehê hesab bidin. Bêceza kirina berpirsyarên heman polîtîkayan û sûcên ku bi unîformayên li dijî  jinên kurd pêk tînin, xweparastina civakî derxistiye holê. Em daxwaz dikin ku edalet pêk were. Dabînkirina edaletê tê wateya dabînkirina aramî û ewlehiya civakê. Em li dijî bêmedaletiya ku li civakê tê kirin helwesteke tund nîşan didin. Carekedin dibêjin; Darizîne! Neparêze!”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.