7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polat: CPT hêzê dide dewleta tirk

Hevserokê OHD’ê Riza Polat, diyar kir ku 31 meh in ji Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan û girtiyên din tu agahî nayên girtin û ev yek îşkence ye û got: “CPT bi sekn û helwesta xwe piştgiriyê dide Tirkiyeyê”

Desthilata AKP-MHP’ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tecrîdeke giran li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim dimeşîne. Bi tu awayî destûr nadin ku bi girtiyan re hevdîtin bê kirin. Di vê çarçoveyê de 31 meh in tu agahî ji Girava Îmraliyê nayê girtin. Herî dawî di 25’ê adara 2021’an de birayê Ocalan Mehmet Ocalan bi rêya telefonê bi birayê xwe re axivî û rayedaran telefon qut kirin. Parêzer û Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Amedê Riza Polat der barê tecrîda girankirî ya ku li Girava Îmraliyê û li gelek girtîgehan di qewimin nirxandin kir.

Hevserokê OHD’ê Riza Polat, diyar kir ku Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan ger kesekî ji rêzê bûya dê dewletê ew qas tecrîda giran li ser neda meşandin û wiha got: “Ji adara 2021’an vir ve bi awayekî domdarî ji Girava Îmraliyê tu agahî nayê girtin. Ev tişt li dijî qanûna bingehîn a Tirkiyeyê ye. Peyman û Qanûnên Navneteweyî binpê dikin. Ev tişt bi awayekî hiqûqî nayê meşandin. Tenê bi awayekî siyasî û li gora berjewendiyan vê polîtîkaya tecrîdê dimeşînin. Li gorî qanûna Tirkiyeyê û Peymanên Navneteweyî di navbera statuya birêz Ocalan û girtiyên din de tu cudatî tune ye. Li her welatî her qanûn wekî hev tê hesibandin. Ev qaîdeya wekheviyê wekî qaîdeya bingehîn di qanûnê de tê parastin. Niha jî rayedar û rêveberên dewletê li dijî vê qaîdeyê politikaya tecrîdê dixin meriyetê. Bi binpêkirina vê qanûnê mafên dinê jî tên binpêkirin. Asta ku em gihîştinê 31 meh in tu agahî ji birêz Ocalan nayê girtin. Di heman demê de jî hemû riyên agahî, ragihandin û hevdîtinê hatine girtin. Daxwaz û armanca wan a siyasî û polîtîk in. Jixwe mijar li ber çavan e.”

Ev îşkence ye

Polat, anî ziman ku ‘Cezayê disiplînê’ yê li ser Abdullah Ocalan tê meşandin li gorî pîvanên hiqûqê sûcekî mezin e û wiha dirêjî da axaftinaa xwe: “Heftane serlêdana malbat û parêzeran tê kirin. Gelak sazî Baro Komeleya OHD’ê ji bo azadiya birêz Ocalan nêzîkî 775 parêzer sala borî serlêdan kirin. Polîtîkaya li dijî hiqûqê rakirin li dijî van kiryaran serlêdan hatin kirin. Bi tu awayî bersiv nehatin dayîn. Di serlêdana parêzerên birêz Ocalan de jî bi awayekî bê hiqûqî û bê bingeh ‘Cezayê disiplînê’ rêya hevdîtinê tê girtin. Di qanûna dewletê ya taybet a înfazê de jî nayê pejirandin. Di hinek rêgezan de ‘Cezayê disiplînê’ tê pênasekirin. Lê bi domdarî 31 meh in rê li pêş hevdîtin, ragihandin û têkiliyên malbatî dijhiqûqî tê girtin. Astengkirina têkiliya birêz Ocalan a bi malbata wî re hatiye asta îşkenceyê. Di Destûra Bingehîn de jî û di ya taybet de jî pêwiste têkiliya mafê girtî û malbatê bê parastin.”

Bi dirustî tevnagerin

Polat, li ser helwesta Saziyên Navneteweyî wekî CPT’î û her wekî din jî rawestiya û wiha axivî: “Dîsa di bin kontrola hêzên dewletên navneteweyî de ne. Hemû dewletên Navneteweyî bi hev re têkildarin ji bo berjewendiyan naxwazin ji hev bibin. Polîtîkayên ku dimeşînin li ber çavên hemû cîhanê dikin. 12 sal in tenê 5 caran hevdîtin pêk hatiye û 31 meh in bi domdarî hevdîtin pêk nayê. Dewleta tirk li dijî wan peymanan polîtîkayên xwe yên tecrîdê dide meşandin. CPT’î di vî warî de bertekek xurt li dijî dewleta tirk nişan nade. CPT bi vê sekna xwe hêzê dide dewleta tirk. Tecrîd tenê li dijî birêz Ocalan nayê meşandin, li Kurdistan û Tirkiyeyê pêk tê. Tirkiye biryarên AÎHM’ê û yên Neteweyên Yekbûyî (NY) nas nake. Ji ber ku saziyên navneteweyî bertek nîşan nadin. Tirkiye hêza xwe ji wan digire. Herî dawî di îlona 2022’an de û di çileya 2023’an de komîteya mafên mirovan a Neteweyên Yekbûyî biryar dan ku demildest hevdîtin bê kirin. Lê dewleta tirk li hemberî van biryaran bi dirustî tevnegeriya her tim taloq kir. Dixwazin di pêvajoyê de mijarê bidin jibîrkirin.”

775 parêzeran serlêdan kirine

Bi domdarî Polat, got ku Komeleya OHD’ê heta îro gelek caran li dijî polîtîkayên dij hiqûqî têkoşîna xwe meşandiye û wiha pêde çû: “Heta niha 775 parêzer serlêdan û kampanyaya îmzeyan daye meşandin. Li dijî polîtîkayên tecrîdê, hem serlêdanên me hem jî parêzerên Baroyan û yên birêz Ocalan bê bersiv hatin hiştin. Di vî warî de serlêdan li Baroyan hatin kirin. Di heman demê nahêlin parêzer bi her awayî karê xwe jî bikin. Di heman demê polîtîkaya ku tê meşandin li dijî siyaseta demokratîk û li dijî çareseriyê tê kirin. Jixwe mînakên Rojhilata Navîn li ber çavan e. Hem ji aliyê leşkerî ve hem jî ji aliyê şer ve polîtîkayên çareseriyê asteng dikin.”

Pêvajoya çareseriyê

Polat, diyar kir ku çareseriya pirsgirêka kurd, jiyaneke azad û bi rûmet dide avakirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê ji bo azadiyeke meyinde bi muxatabê vî karî re dîsa hevdîtin bên kirin. Hewceye ku dîsa rêya pêvajoya çareseriyê bê destpêkirin. Ev pêvajo 10 sal berê hat meşandin. Bandoreke gelek mezin li civaka kurd, tirk û li ser gelê Rojhilata Navîn kirin. Di aliyê aborî, siyasî û civakî de jî pêvajoyeke baş pêş ket. Gelek hêzên desthilat pêvajo li dijî berjewendiyên xwe dît û asteng kirin. Ji bo aştiyeke bi rûmet bê meşandin divê deriyê riya Grava Îmraliyê bê vekirin. Divê ev maf bê naskirin û derî bên vekirin.”