Mamostayên bi Peyman ku 4 mehin nikarin mûçeyên xwe bigirin, li dijî nedana mûçe li Silêmanî, Helebce, Koye, Germiyan û Raperîn dinava çalakiyan dene û boykot dikin. Lê heya niha jî hikumeta demborî ya Herêma Kurdistanê daxwazên mamostayan nebersivandiye. Mamosta dixwazin bên tayînkirin û mûçeyê wan her meh were dayîn. Bi taybet li Helebce deriyê dibistanan hîn jî nehatiye vekirin, li Silêmaniyê jî deriyê piraniya dibistanan girtiye. Derbarê mijarê de endamê Desteya Mamostayên Nerazî Dilşad Mîranî ji ROJNEWS’ê re axivî û got; “Ger heya dawiya meha Çileyê jî boykota me dewam bike, wê ti wateya xwendina îsal nemîne û dawî li xwendinê jî were.”
4 mehin boykota mamostayan dewam dike. Lê hikumeta demborîya Herêma Kurdistanê daxwazên mamosteyan nebersivandiye.