27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wezîrê Berê Ergin: Xebatên çareseriyê asteng kirin

Wezîrê Dadê yê berê Sadullah Ergin, diyar kir ku pêvajoya çareseriyê hat astengkirin û wiha got: “Ji sedî 70’yî beşê civakê destek da pêvajoya çareseriyê. Lê xebatên pêvajoyê hatin astengkirin.

Wezîrê Dadê yê berê Sadullah Ergîn, der barê gotinên Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattin Demirtaş ku di Doza Kobanê de anîbû ziman, ji bernameya Ferît Aslan a Medyacope re axivî.

Demîrtaş di doza Kobanê de axivîbû û gotibû “Dema pêvajoya çareseriyê dest pê kir, Wezîrê Dadê yê berê Sadullah Ergin, got du nameyên Abdullah Ocalan di destê Erdogan de bûn. Dema pêvajo didomiya, serdana rêveberên HDP’ê yên li Girtîgeha Sincanê di greva birçîbûnê de bûn kir.”

Ergîn, di bernameyê de gotinên Demirtaş piştrast kir û wiha got: “Hin peyam hatin dayîn. Hin hevdîtin hatin kirin. Ev hevdîtin di asta wezîr û serokwezîr de hatin kirin. Ev hevdîtin di asta Musteşarê Ewlehiyê û Teşkîlata Îstîxbarata Mîllî de pêk hat.”

Ergin, da zanîn ku dema pêvajoya  çareseriyê dest pê kir, Mirovên Aqîl li çar aliyê Tirkiyeyê geriyan û wiha got: “Ji bo çareseriya pirsgirêkê ev mirov bi gel re hatin cem hev. Lê xebat hatin astengkirin. Wê demê desteka civakê gelek zêde bû. Di pêvajoya çareseriyê de ji sedî 70’yî beşê civakê piştgirî dan çareseriyê. Ev pir bi qîmet bû. Lê hewldan asteng kirin û sabote kirin. Ji ber vê yekê pêvajo bi encam nebû. Bi erênî bi encam nebû.

Ku darizandinek hebe divê her kes bên darizandin

Ergîn, da zanîn ku ji bo kesên li parlamentoyê xebat kirin jî zagonên ku di aliyê hiqûqî de wan diparêzin saz kirin û wiha bi dawî kir: “Lê piştre mirovên di nava vê xebatê de cih digirin hatin şopandin. Eger wê darizandinek çêbibe, divê wezîr, Serkowezî û hemû bürokrat hemû bi hevre bên darizandin.”