3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ciwanên êzidxanê, ereb û tirkmen: Em ê bi ruhê Apoyî bi ser kevin

Ciwanên êzidxanê, ereb û tirkmen piştî konferansê daxuyaniyek hevpar dan û diyar kirin ku ew ê têkoşîna xwe bilind bikin û gotin, “Em ê bi biryariyeke xurt û bi ruhê ciwantiya Apoyî teqez bi ser kevin.”

Yekîtîya Ciwanên Êzidxanê di 12’ê çile de li komelgeha Dîgurê ya Şengalê 3’yemîn konferansa xwe bi şîara ‘Ji bo azadiya Rêber Apo Cenga Azadî serbixin, xweseriya Şengalê mîsoger bikin’ lidar xist. Piştî konferansê bi sedan ciwanên êzidî, ereb û tirkmen li hev kom bûn û daxuyaniyek dan. Endamê Rêveberiya Yekîtîya Ciwanên Êzidxanê Zêdan Şengalî daxuyanî da. Zêdan Şengalî di daxuyaniya Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê de destnîşan kir ku li welat û tevahiya cîhanê pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hate destpêkirin û wiha got: “Me jî wekî tevgera ciwanên Êzidxanê, beşdariya xwe ya ji bo vê pêngavê bi şîara ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re xweserî’ ragihandibû.  Me di 12’ê çile de (Duh) konferansa xwe ya sêyemîn di bin dirûşmeya ‘Ji bo azadiya Rêber Apo Cenga Azadî bi serxin, xweseriya Şengalê mîsoger bikin’ lidar xist.”

Zêdan Şengalî anî ziman ku konferansa ciwanên êzidxanê bi fikir û paradigmaya Rêber Apo hate lidar xistin û wiha berdewam kir: “Em ê biryar û helwesta di konferansê de hatiye pêş xistin pêk bînin, bikin bingeha xurtkirina têkoşînê da ku em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin.   Wekî ciwanên Êzidxanê em ê ti carî dîlgirtina Rêberê xwe qebûl nekin û em ê ji dijminê mirovahiyê hesabê bixwazin. Me bi fikir û felsefeya Rêber Apo ruh da civaka Êzidî, dost û dijminê xwe bi saya Rêber Apo nas kir. Ji ber vê yekê Rêber Apo rêberê me ye. Heya ku em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dest nexin û Şengaleke xweser ava nekin em ti carî nasekinin.  Me di 74 fermanan de dît ku yên xwe wekî dostên Êzidiyan nîşan didan, di rojên herî bi zehmet de ev civak bi fermanê re rû bi rû hiştin. Me ji vê rastiyê dersen dîrokî derxistine. Em ê li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe rêxistin û perwerde bikin. Me hêza xwe ya parastinê ava kir. Ev hemû bi saya Rêberê gelên azadîxwaz Rêber Apo pêk hat.  Dewleta Tirk a qirker û dijminê kokê, êdî nikare meşa me ya azadiyê bisekinîne.”

Şengalî, herî dawî destnîşan kir ku dê bi biryariyeke xurt û bi ruhê ciwantiya Apoyî teqez biserkevin û wiha soz da: “Ev soza me ya şehîdan, soza me ya Rêber Apo, soza me ya Êzidxana pîroz e. Em ê dîwarên Îmraliyê bişkînin, parçe bikin. Em ê Rêberê xwe azad bikin û li Çiyayê Şengalê welatekî azad bi xewn û xeyalê Mam Zekî, şehîd Zerdeşt, Pîr Çeko, Vejîn û hemû şehîdan pêk bînin.”