Hêjayî gotinê ye ku duh li qada Zapê ya Herêma Kurdistana Federe şer û pevçûn derketin û 9 leşker hatin kuştin û 4 jî hatin birîndarkirin. Piştî kuştin û birîndarkirina leşkeran îro serê sibê li 32 bajaran bi ser malan de hate girtin. Li Edene, Semsûr, Agirî, Amasya, Enqere, Antalya, Aydin, Balikesîr, Çewlîg, Amed, Dîlok, Colemêrg, Hatay, Îdir, Mereş, Kastamonû, Qeyserî, Kilîs, Konya, Meletî, Manîsa, Mêrdîn, Mêrsîn, Mûgla, Mûş, Osmaniye, Sakarya, Sêrt, Sêwaz, Şirnex, Dêrsim û Wanê polîsan bi ser gelek malan de girtin û hate diyarkirin ku heta niha 113 kes hatine binçavkirin.
Hate îdiakirin ku ev kes bi armanca “astengkirina xebatên rêxistinê û çavkaniyên wê yên fînansê” hatine binçavkirin û kesên binçavkirî birine miduriyetên polîsan ên bajarên mijara gotinê.