Rojnameya Heftane

Morîka xewê

Ciwan Qado

Destaneka gelerî ya almanan heye bi navê “Siebenschläfer” e, ango heftxewok. Li gor wê heger di 27ê meha hezîranê de baran bibare dê heft heftêyan ser hev baran bibare. Têkiliya vê destanê bi çîroka heftxewokên efsanewî yên şikefta Ephesusê re heye. Ehlên şikeftê li gor baweriya misilmaniyê, 27’ê hezîrana 446’an a piştî zayîna Îsa pêxember her heft lehengên şikeftê piştî razana “195” salan an “309” salan li gor di Quranê de hatiye, ji nişkan ve ji xew şiyar dibin. Di wê rojê de xwedêgiravî baran ji erd û ezmanan dibariya, şivanekî xwestiye bi pezê xwe re ji ber baranê xwe bavêje şikeftê loma morîka xewê ji guhên ehlên şikeftê sûrikî guhê rokê êdî rok kete guhê gê. Li hêla din di çîvanokeke gelerî a kurdan de a bi navê “Fatfatokê” yan “taska zêran”  hûtên ku morîka xewê di dest wan de ye Fatfatokê direvînin û wê dibin li şikefteke nepen vedişêrin. Li wir wê di xwe re dikin. Jin û kevanî zarok jî jê re çêdibin. Dû re li hev tê û şivanek bi ser şikeftê ve dibe û Fatfatok vedigerîne malê nav dost û hogiran. Piştî ku hût pê dihesin li ser bêhnê wê dişopînin û bi ser malê ve dibin, morîka xewê dixin guhên şêniyên malê û wan dixin temara mirinê. Masiyek di tasekê de heye deng dibe Fatfatokê û dibêje; nigê xwe li tasikê bixîne bila av birije dê sihra hûtan bê birîn.

Kurd heger bixwazin pesnê yekî bidin jê re dibêjin: tu wek morîkekê yî, şana bedewî û ciwaniyê, hevalbiçûka xişir û cewheran. Jixwe gelek terz şêwaz û şiklên morîkan hene ji wan morîka şens û siûdê a bi denên di qalibê dilan de xweşiyê bi ser hilgirê xwe de dirijîne an jî di şiklê ziman de, zimanên dost û neyaran li ber xwe kin û lal dike. Morîka karban a zerbûna wê zerikî ji can û cesedên zarokan dimije wek lempeyekê bi ser nexweşiyê de diheje. Morîka şîr a zarokan wek masiyan di nav golên şîr de wer dike.

Morîka bin zimanê mar a zanîn û marîfetê dide hilgirê xwe, marên ku timî alîkarên mirovan bûn di destan û çîrokên kurdan de, her gava mirov ketibana tengahiyekê an serê pengê li ber wan winda bibana çare û alîkarî ji bal maran dihat. Ev morîka ku zarokan ew di bin zimanê marên xwe de vedişartin û ew dişandin xewnên mezinan, mezinên ku xwestekên wan bi cî nedianîn û dilê wan dihiştin û di şûna ku morîkê bibînin û wê ji xwe re bibin, saw û tirsa maran ew di şeveqan de ji xew û şevbestan hildiçenandin. Û morîka xewê, morîka bêbav û bêdê ya Fatfatokê ew bi şîreta masiyan û bi rijandina comerdiya avê ji hûtan çelpand û ew radestî berketa terikî a destên dêyan kir.

Rojeke payîzê bû. Ji neslê badekên pîrekên dest gulmitkî bû, roka nizim a destbirak û hogir wek pisîkeke gambore simbêlên xwe bi ser me de vediziland. Cara dawî bû pîrka xwe dibînim, ji dêya min re digot: Morîka xewê bigindirîne guhên zarokan law berî giraniya pez bê ser wan. Ji ber ku heger şivanan pez ji çolê vegerand û di axuran de mexel hatin êdî morîk ji destê te diflite û nebedî dibe.