19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Moskova bang li Enqereyê kir

Nûnerê Moskova yê bo Sûriyeyê ragihandin ku welatê wî di wê baweriyê de ye ku divê Tirkiye xwe ji bikaranîna hêza leşkerî ya “zêde” li Sûriyê dûr bixe û pêwîst e ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li rêyên aştiyane bigerin.

Ajansên Rûsyayê li ser zimanê nûnerê rûsî yê Sûriyeyê Alexander Lavrentiev got ku Moskovayê hişyarî daye dewleta tirk ku di êrîşên li dijî Sûriyeyê de hêza zêde bikar neyne.

Ajansan li ser zimanê Alexander Lavrentiev got ku ew dê bi hevalbendên xwe re li rêyên çareseriyê bigerin. Lavrentiev di berdewama axaftina xwe de ji rojnamegeran re gotiye: Em hêvî dikin ku hevalbendên xwe yên tirk qayil bikin ku hêzeke zêde li ser axa Sûriyeyê bikar neyne. Rayedarên rûsî ev daxuyaniyên xwe li paytexta Kazaxistan Astanayê dan cihê ku dê dîsa mêvandariya civîneke sêalî di navbera Tirkiye, Îran û Rûsyayê de bike.

Hêjayî gotinê ye ku Rûsyayê yek ji hêzên sereke ên xwedî bandore li herêmê, lê ne Rûsya ne jî Amerîkayê der barê êrîşên dewleta tirk de tu daxuyanî nedane. Ji aliyekî din ve her kes dizane ku bêyî agahdarî û erêkirina Rûsya û DYA’yê, dewleta tirk nikare destwerdaneke wiha li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê bike.  Tevî ku Rûsya û DYA’yê hêzên garantor in di agirbesta sala 2019’an de lê ew bi wê rola xwe ya wekî garantor jî ranabin.