7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Divê dewletên pêwendîdar berpirsiyariya xwe bi cih bînin’

Serokê Koalîsyona CWC Dr. Paûl Walker destnîşan kir ku daneyên li ser çekên kîmyewî yên li rapora IPPNW bi têra xwe zêde ne ku divê dewleta tirk der barê van daneyan de bersivê bide.

Serokê Koalîsyona Konvansiyona Çekên Kîmyewî (CWC) Dr. Paûl F. Walker ku di heman demê de alîkarê serokê Desteya Rêveber a Arm Control Association (Komeleya Kontrolkirina Çekan) e, li ser mijara êrîşên dewleta tirk ên bi çekên kîmyewî ji ANF’ê re axivî.

Dr. Paûl F. Walker, diyar kir ku dema dawî îdia hene ku Tirkiyeyê li başûrê Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar aniye û bal kişand ser rapora IPPNW ku piştî serdana li Başûrê Kurdistanê di mijara çekên kîmyewî de amade kiriye. Walker diyar kir ku di vê raporê de tê gotin, klor a kîmyewî û CS yanî gaza şewitandina çavan weke çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyeyê ve li dijî gerîlayên kurd têne bikaranîn.

Divê hesab bê pirsîn

Walker, ragihand ku bi navê Koalîsyona CWC wan beriya niha gelek êrîşên li Sûriye û Iraqê ji aliyê hikumeta Sûriyeyê û DAÎŞ’ê ve bi klorîn, gaza sinir a sarînê û gaza hardalê hatin kirin, şermezar kirine. Walker, destnîşan kir ku dema li devereke cîhanê çekên kîmyewî têne bikaranîn ew dikevin nava fikaran û got: “Lewma em dixwazin bûyera ku îdia li ser tê kirin bê lêkolîn, êrîşkar bêne tespîtkirin û di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de hesab bê pirsîn.”

Bi kar anîna çekên kîmyewî qedexe ne

Di berdewamiyê de Walker, destnîşan kir ku rapora IPPNW gelekî girîng e û wiha axivî: “Bi taybetî daneyên li ser madeyên kîmyewî yên kujer ên klorê û amûrên ji bo şandina gazê li nava şikeftên hêzên kurd, gelekî girîng in. Peymana Çekên Kîmyewî bikaranîna gaza çavan dişewitîne û madeyên kîmyewî yên endustriyî li dijî hêzên leşkerî qedexe dike. Pîvanên armanca giştî ya CWC, bikaranîna madeyên kîmyewî di şer de teqez qedexe dikin.”

Divê dewleta tirk bersiv bide

Walker, diyar kir ku daneyên li ser bikaranîna çekên kîmyewî di asta duyemîn de jî bin bi têra xwe hene ku li dewleta tirk ferz dikin ku li pêşiya raya giştî bersivê bide. Walker got: “CWC divê destûrê bide ku dewleteke pêwendîdar ji bo lêkolînkirina bûyerên têne îdiakirin bangê bike û heke pêwîstî pê hebe di bin sîwana OPCW de daxwaza ‘kontrolkirinê’ bê kirin. Mîsyona Komkirina Agahiyan û Tîma Lêpirsîn û Pênasekirinê ya OPCW beriya niha di bûyerên cuda de ji bo lêkolînkirina li cih ketibû nava liv û tevgerê.”

Divê daxwaza lêpirsînê bê kirin

Walker, destnîşan kir ku îdia, agahî, belge û daneyên li ser bikaranîna çekên kîmyewî yên qedexekirî divê hîn bêhtir bêne lêkolîn û anî ziman ku ya tê xwestin ew e ku dewleta tirk bi kêfxweşî pirs û lêpirsînê pêşwazî bike. Walker, nêzîkatiya beriya niha ya Sûriye û Rûsyayê ya ji bo astengkirina mijarê bi bîr xist û diyar kir ku dewleta tirk jî dibe ku heman helwestê nîşan bide. Walker got: “Di rewşeke berevajî de divê dewleteke pêwendîdar li nava Konseya Rêveber a OPCW mijarê bixe rojevê û daxwaza lêpirsîneke navneteweyî bike. Di çarçoveya lêpirsîneke bi vî rengî de wê mînak ji ax, hewa û ava li herêmê bêne wergirtin, hevdîtin bi mexdûr û çavdêran re bê kirin û mexdûr ji aliyê tibî ve bêne kontrolkirin. Her wiha divê liv û tevgereke hêza leşkerî û amûrên leşkerî jî bêne lêkolîn. Di çarçoveya CWC de divê Tirkiye û Iraq destûrê bidin ku li cih mînak bêne wergirtin. Heke red bikin hingî ev daxwaz ji bo bikaranîna mekanîzmaya lêpirsînê dikare ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî re bê pêşkêşkirin.”

Bi lezgînî pêwîst e lêkolîn bê kirin

Walker bi lêv kir ku welat, kom an jî kesên berpirsyariyên navneteweyî yên CWC bin pê dikin divê hesab bidin û got: “Di vê mijarê de divê helwesteke bêcezahiştinê nebe. Hem OPCW a li Laheyê, hem jî Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê xwedî wê hêzê ne ku mijarên êrîşên bi çekên kîmyewî yên têne îdiakirin û binpêkirina peymanê lêkolîn bikin. Dema ku pisporiya OPCW li ber çawan bê girtin, ku xwedî kadroyeke mufetîşan a xwedî tecrûbe ye, ev yek wê bibe rêyeke aqilane. Lê belê mîna ku li Sûriyeyê kir, dikare hewldaneke hevpar bike. Ji bo vê jî divê welatên ku tê îdiakirin berpirsyar in, di vê rewşê de Tirkiye û herêma ku tê gotin binpêkirin lê hatiye kirin, bi dilxwazî tev li bibin. Ji bo komkirina mînakan divê zêde wext derbas nebe, naxwaze wê zehmet be ku mînakên têrker bêne bidestxistin.”

Wê mijarê bixin rojevê

Walker işaret bi berpirsyariya Koalîsyona CWC kir û got: “Ji bo vê mijarê bixin rojeva raya giştî û bikin ku dewletên pêwendîdar bikevin nava liv û tevgerê em ê hewl bidin zextê bikin. Lê belê berpirsyariya liv û tevgerê û radestkirina kiryaran li edaletê berpirsyariya hikumetên neteweyî û saziyên piralî ye. Civîna sala 27’an a Konferansa Dewletên Pêwendîdar ên CWC wê dawiya meha mijdarê li Laheyê bê kirin û Konferansa 5’emîn a Jinûve Nirxandinê ya 5 salan a CWC wê gulana 2023’yan pêk were. Dixwazim bibêjim ku ev herdu kombûn ji bo nirxandina vê mijarê firsendên girîng e.” Walker diyar kir ku wê mijarê di konfearansa 27’an a CWC de bixin rojevê.