18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parlamentoya Iraqê îro ji bo êrîşên Tirkiye û Îranê dicive

Li ser daxwaza parlamenterên kurd ên di nava parlamentoya Iraqê de îro parlamentoya Iraqê der barê binpêkirinên serweriya axa Iraqê de civînekê li dar dixe.

Îro parlamentoya Iraqê li hev dicive û dosya binpêkirina serweriya axa Iraqê nîqaş dike. Li ser daxwaza parlamenterên kurd ên di nava parlamentoya Iraqê de îro parlamentoya Iraqê civînekê lidar dixe ji bo guftûgoyên der barê êrîşên dawî ên Îran û Tirkiyeyê li ser axa başûrê Kurdistanê.

Beriya niha jî gelek caran parlamentoya Iraqê bi rojeva binpêkirina serweriya axa Iraqê li hev civiyabûn lê bi piranî civînên wan asta şermezarkirina binpêkirina serweriya Iraqê derbas nekiribûn.

Piştî ku Îranê êrîşên xwe yên li dijî navendên hin partiyên kurd zêde kirin, wezareta Karên Derve ya Iraqê ew êrîş û binpêkirina seweriya axa Iraqê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de êrîşên Îranê hatin şermezarkirin û hate gotin ku ew bi tu awayî qebûl nakin ku welatê wan bibe cihê hesabxwestinê di nava aliyên cuda de.

Der barê êrîşên Tirkiye û Îranê de daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Iraqê wiha berdewam kir : “Em wekî hikûmeta Iraqê qebûl nakin ku welatê me bibe qadek an jî derbasekek ku zirarê bide welatên cîranê me lê em wan êrîşên dewleta tirk û Îranê jî wekî binpêkirina serweriya axa welatê xwe dibînin.”