4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parlamenterên Iraqê behsa naveroka civîna li ser êrîşên Tirkiyeyê kirin

“Pêwîste hikûmet ji bo rawestandina êrîşên Tirkiye yên li ser xaka Iraqê, pêngavên diyar bavêje. Wê di civînê de lijneyek ji bo şopandina karên hikûmetê yên der barê êrîşên Tirkiyeyê de were avakirin. Tirkiye gaza jehrî bikar tîne.”

Parlamenterên Iraqê behsa naveroka civîna parlamento ya li ser êrîşên Tirkiyeyê kirin û wiha gotin; “Pêwîste hikûmet ji bo rawestandina êrîşên Tirkiye yên li ser xaka Iraqê, pêngavên diyar bavêje. Wê di civînê de lijneyek ji bo şopandina karên hikûmetê yên der barê êrîşên Tirkiyeyê de were avakirin. Tirkiye gaza jehrî bikar tîne.”
Derbarê naveroka civîna parlamentoyê de, beriya ku civîn dest pê bike parlamenterên Iraqê ji Rojnews re axivîn.
Parlamentera Iraqê Zeyneb Musawî destpêkî axivî û diyarkir ku di civîna îro de wê derbarê êrîşên Tirkiye û Îran yên li ser xaka Iraq û Herêma Kurdistanê de, hinek pêşniyar radestî hikûmeta Iraqê werin kirin.
Zeyneb got ku wê derbarê êrişên Tirkiye û Îran de parlamento pêşniyaran radestî hikûmetê bike, piştî wê tedbîr dikevin stûyê hikûmetê de.
Parlamenterê Iraqê Kazim Tuk jî li ser heman mijarê axivî. Kazim Tuk dibêje, êrîşên Tirkiye yên ser xaka Iraqê ne yasayî ne, divê hikûmet li hemberî van êrîşan pêngavên diyar bavêje. Kazim Tuk di dewama axaftina xwe de got; “Lijneya Asayîş û Parastinê wê di civînê de raporek derbarê êrîşên Tirkiyeyê de pêşkêş bike. Herwiha Lijneyek Bilind ya Ewlekariyê jî ji bo şopandina karên hikûmetê ya der barê êrîşan de were avakirin.”
Parlamenter Kazim di dewama axaftina xwe de ragihand ku hinek partiyên siyasî hene ku berjewendiyên wan yên hevbeş bi Enqereyê re hene, dixwazin ji bo civîna îro astengiyan çêbikin.
Di dawiyê de jî Kazim got; “Tirkiye rojane serweriya Iraqê binpê dike, bûye sedema gelek kesên sivîl jiyana xwe ji dest bidin. Ji bilî vê hêzên Tirkiyeyê li herêmên Kurdistanê dest bi bikaranîna gazên jehî kiriye.”