27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MYK’a HDP dicive: Pêşniyaza yek lîsteyekê li pêş e

MYK’a HDP’ê ku wê bi rojeva hilbijartinê bicive dê li ser pêşniyaza Tifaqa Ked û Azadiyê ku bi lîsteyekî bikeve hilbijartinê nîqaş bike.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi rojeva hilbijartinê dicive. Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a HDP’ê ku bicive dê li ser rojeva hilbijartinê, xebatên piştevanî û avakirina jinûve ya bajarên erdhej lê çêbûn û her wiha doza girtina partiyê nîqaş bike.

Nîqaşa bi kîjan partiyê dê bê kirin

Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Ozgur Paksoy ji Enqereyê agahiya civîna MYK’a HDP’ê ragihandiye. Meclisa HDP’ê di 12’ê adarê de civiya bû û mijarên girîng nîqaş kiribûn. MYK’ê rayeyê ji Meclisa Partiyê girt û tê payîn ku li dijî doza girtinê HDP, bi Partiya Çep a Kesk bikeve hilbijartinê û biryara vê were girtin.

Namzetiya serokkomariyê dê çawa bibe?

MYK’a HDP’ê dê di civînê de dîsa meyla namzetiya serokkomariyê ya partiya xwe li ber çavan derbas bike û dê vê biryarê bibe rojeva civîna Tifaqa Ked û Azadiyê ya di 16’ê de ku bê lidarxistin.

Pêşniyaza yek lîsteyê

Meclisa Partiyê di civîna xwe de biryar girtibû ku Tifaqa Ked û Azadiyê bi yek lîsteyê bikeve hilbijartinê. Ev meyla Meclisa Partiyê jî di rojeva MYK’ê de ye. MYK bi awayekî erênî ango germ li vê pêşniyazê dinêre û hat zanîn ku wê vê pêşniyazê veguhezîne civîna Tifaqa Ked û Azadiyê.