spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Îranê merasîmên Çarşema Sor veguherîn xwepêşandanên li dijî rejîmê

Bi boneya Çarşema Sor li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê carek din ciwan daketin qadan û li dijî desthilatê nerazîbûna xwe nîşandan

Bi boneya Çarşema sor ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi pêxistina agir û lidarxistina şahiyan tê pîrozkirin, îsal veguherî çalakiyên li dijî rejîmê.

Tevî tedbîrên tûnd ên ewlehiyê, li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê ji Urmiye ta Îlamê ciwan daketin kolanan, agir pêxistin û dirûşmên li dijî rejîmê bilind kirin.

Li gor agahiyan li hin cihan di navbera hêzên rejîmê û xwepêşanderan de pevçûn derketin û hin ciwan hatin binçavkirin.

Li ser asta Îranê jî li gel pîrozkirina Çarşema Sor li piraniya parêzgehên Îranê yên wek Tehran, Meşhed, Şîraz, Ehwaz û Zahîdan merasîmên pîrozkirinê veguherîn xwepêşandanên li dijî rejîma Îranê.

Li gelek cihan gel li ser cadeyan agir pêxistin, wêneyên Ruhula Xumeynî û Elî Xamneyî şewitandin û dirûşman li dijî rejîmê bilind kirin.

Li piraniya bajaran alozî di navbera xwepêşander û hêzên rejîmê de derket, gelek xwepêşander hatin binçavkirin û hinek jî birîndar bûn.

Li gor bangewaziyên çalakvanan, tê payîn îro jî xwepêşandanên li seranserî  Îran û Rojhilatê Kurdistanê werin lidarxistin.