18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nakokiyan di nava (Birayên Misilman) de û daxuyaniyên dawî

Rêveberê tevgera Ixwan (Birayên Misilman) a Misrê Îbrahîm Munîr, der barê biryara xwevekişandina ji siyasetê û destberdana ji tundiyê de wiha got: “Hilbijartinên di navbera partiyên siyasî de ji aliyê dewletê ve bên organîzekirin jî, em têkoşîna desthilatdariyê red dikin. Ev yek ji aliye me ve  bi tevahî tê redkirin.”

Munir, di hevpeyvînekê de li gel ajansa nûçeyan a Reutersê jî da bi lêv kir ku tevgera îslamî ya ku di sala 1928’an de li Misrê hatiye damezrandin tundiyê red dike û wiha got: “Em tundiyê bi tevahî red dikin û em wisa difikirin ku ew li derveyî îdeolojiya Birayên Misilman e. Ne tenê tundî û bikaranîna çekan, lê li Misirê her şêweyên bikaranîna hêzê. Em şidetê red dikin”

Di berdewamiya axaftina xwe de Munir, destnîşan kir ku ew ê di hilbijartinan de neçin ser sindoqan. Tevgera ji ber ku li welêt qedexe bû rasterast nikarîbû beşdarî hilbijartinan bibe, berê di hilbijartinên giştî de bi namzetên serbixwe beşdar bûbû.

 Nakokiyên di nava rêveberên Ixwanan de

Piştî biryara Meclîsa Şûra ya Giştî ya Birayên Misilman di Kanûna 2021’ê  de peywira nûneratiya fermî li şûna Ibrahîm Munîr spartibû Mistefa Tolba û dawî li Erka Munîr hatibû, nakokiyên mezin di nava rêxistina Ixwanan de derketin holê. Bi vê guhertinê re dubendî û nakokî di nava rêveberên Ixwanan de çêbûn û her aliyek li gorî xwe tevgeriya. Hebûna du serkirdeyan li ser du eniyan, nakokiyan di navbera herdu aliyan de kûrtir kir.

Derstpêkirina nakokiya di navbera rêveberên Ixwanan de piştî girtina Mehmûd Izet dest pê kir. Mehmûd Izet ku rêveberê Giştî yê Ixwanan bû di sala 2020’an de ji alî hêzên ewlekariya Misrê ve hatin girtin.

Her wiha bicihkirina Mistefa Tolba li şûna Mehmûd Izet jî di nava rêveberên Ixwanan de bûbû cihê nerazîbûn û bertekan.

Rêxistina Ixwan El Muslimîn (Birayên Misilman) di sala 1928’an de li Misirê ava bû. Di 1938’an de li Rojhilata Navîn  di qada siyasî de bi nav û deng bû. Rêxistinê demek şûnde li Lubnanê, Sûriyeyê û Urdunê nûnertiyên xwe vekirin û wekî saziyek navneteweyî hat nasîn. Piştî sala 1980’an li  Rojhilata Navîn faşîzma kesk xurt bû, rêxistina Ixwan  El Mislimîn jî ji gekek aliyan ve xwe berfireh kir.

Piştî wê dîsa nakokî di navbera rêveberên Ixwanan de derket li ser çawa dan û standina bi hikûmeta tirk re. Piştî ku dewleta tirk bi armanca xweşkirina têkliyên bi Misrê hinekî tevgera Ixwanan a li Tirkiyeyê bi sînor kir. Di vê mijarê de nakokiyên mezin di nava rêveberên Ixwanan de derketin. Hinekan gotin ku helwesta hikûmeta tirk fêm dikin û ji bo têkliyên xwe bi Misrê re sererast bike, hinekan jî gotin em vê yekê qebûl nakin û divê em li dijî wan biryarên hikûmeta tirk derkevin.

Têkiliya AKP û Ixwanan

Di 2011’an de piştî ku BIhara Ereba dest pê kir, Misir û rêxistina Ixwanan jî ji vê rewşê bandor bûn. Lewre serokkomarê Misirê Mûhammed Mûrsî ji ber ku ji vê rêxistinê bû protestoyên ku diqewimîn bandor li wan jî dikir.

Di 2013’an de çalakiyên gel hatin asta herî jor û Mûhammed Mûrsî bi darbeyeke leşkerî ji peywirê hat girtin. Piştî damezrandina xwe ya 85 salan rêxistin cara yekemîn bû ewqasî ji hêz ketibû û qels bûbû. Gelek endamên wan heta niha jî di girtîgehan de ne. Di 2020’an de rêxistin di qada navneteweyî de wekî rêxistinek terorîst hat îlankirin.

Serokkomarê tirk Tayyîp Erdogan piştî çalakî û bûyerên li Rojhilata Navîn yên navê bihara gelan an jî bihara erebî li wan dihate kirin dest pê kirin, xwest ku sûdê ji rêxistina Ixwanan bigire û bi rêya wan serkêşiya ne raste rast a vê rêxistinê bike.

Fikr û ramanên wan mîna hev in

Ji xwe ji hêla hişmendî ve fikir û ramanên vê rêxistinê û Erdogan wekî hev in.  Di dema geşbûna Ixwanan de ku li Misrê bûn desthilatdar û li hinek welatên din ên erebî sûd ji serhildanên gel girtin û desthilatiya hin welatan xistin destê xwe.

Ji ber ku ev rêxistin li gelek welatên erebî xwedî bi rêxistineke xurt bû,  dikarîbû di warê siyasî de jî xwe li ser deskeftiyên gel ferz bike û hin destkeftiyên gel bixe di bin kontrola xwe.

Lê gelên ku li dijî rejîmên bere serî hildabûn, bi lez tevgeriyan û desthilatên vê rêxistinê ji destê wê girtibûn. Li Misrê leşkeran dest danîn ser deshilatiya Ixwanan, li Lîbya û Tunisê jî gel û aliyên din ên siyasî pêşî li desthilatiya Ixwanan girtin.

Piştî ku desthilata Ixwanan ji dest çû bi taybetî jî li Misrê, êdî rêxistina Ixwanan qels bû. Pê re jî Tirkiyeyê xwest ku têkiliyên xwe yên bi hikûmeta Misrê re nû bike. Lewre jî gelek dezgehên medyaya Ixwanan yên ku ji Stenbolê weşan dikirin, hatin rawestandin.