4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Urdunê li dijî zewaca zarokan nerazîbûn

Şahiya xwestina 2 zarokên 10 û 11 salî li bajarê Irbid ê Urdunê dîsa mijara zewaca zarokan di nava raya giştî ya wî welatî de zêde kir. Şahiya (şêraniya) van herdu zarokên 10 û 11 salî ku bi tevlêbûna bi sedan mazûvanî pêk hat û li ser medya dijîtal hate belavkirin, rastî nerazîbûna raya giştî hat. Vê bûyerê ji nû ve mijara zewaca zarokan anî rojeva raya giştî ya Urdunê û bi xwe re nerazîbûnên li dijî vê hişmendiya anîn.

Her çendî bavê wan zarokan got ku ew ne şahiya dawetê ye lê şahiya xwestinê ye û heta ku temenê wan nebe 18 salî dê nezewicin lê vê yekê jî pêşiya nerazîbûnên raya giştî negirt.

Hêjayî gotinê ye ku li gorî daneyên fermî yê serdozgeriya Urdunê di salên 2017-2019’an de hejmara zewaca zarokên kêmî 18 salî hinekî kêm bûbû lê piştî 2020’an dîsa ev rêje bilind bûye. Rêjeya zewaca zarokan li gorî wan salan wiha ye: Di sala 2020’an de ji 67389 zewacan 7224 zewacên zarokan pêk hatine. Ew jî tê wateya ku ji sedî 11.8 ji zewacên wê salê ya zarokan bû.  Di sala 2019’an de rêjeya zewaca zarokan ji sedî 10.6 bû.

Li Urdunê di sala 2017’an de 2 caran qanûna temenê zewacê hate sererastkirin. Li ser nerazîbûna saziyên sivîl parlamentoya Urdunê careke din ew qanûn sererast kir û temenê zewacê kir 18 salî lê dîsa jî di hin rewşên awarte de ku şert û mercên wê hatine destnîşankirin de, rê dide zarokên 16 salî jî  ku di wan rewşên taybet de bizewicin.