Îro ji serê sibehê de alîgirên El Sedir li Bexdayê li qada Rizgariyê civiyan. Tevî hemû tevdîrên ewlekariya dîsa xwepêşandêr derbasî herêma Kesk bûn a ku avahiya parlamento, qûnaxên hikûmetê û sefaretên welatên biyanî lê ne.
Serokwezîrê Iraqê Mustefa El Kazimî ferman da hêzên ewlkariyê ku tundiyê li dijî xwepêşandêran bikar neynin. Her wiha bang li xwepêşandêran jî kir û wiha got: “Divê hûn xwepêşadana xwe bi rê û rêbazên aştiyane bikin û rewşê aloz nekin, jibîr nekin ku peywira hêzên ewlekariyê parastina sazî û dezgehên dewletê ye.”
Di dema derbaskirina xwepêşandêran a bendên hêzên ewlkariyê , di navbera xwepêşandêr û polîsan de pevçûn derket û gelek kes birîndar bûn. Hêzên ewlekariyê bi bombeyên gazê û avê destwerdana xwepêşandêran kirin.
Xwepêşandêr dirûşmeyên divê hesab ji berpirsiyarên ku karên ne li rê û gendelî kirine were xwestin û em namzetiya Muhemed Sûdanî ya ji bo serokwezîriyê qebûl nakin, qîriyan.
Her li gorî agahiyên çapemeniya Iraqê xwepêşandêran li parlamentoyê dest bi çalakiya rûniştnê ya vekirî kirine û dibêjin heta ku daxwazên wan pêk neyên ew ê ji parlamentoyê dernekevin.