17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berhemên wênekêşên ji Rojava li Rûsyayê tên pêşandan

Li ser navê Nûnertiya Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Federasyona Rûsyayê, hunermendên kurd beşdarî pêşangeha navneteweyî ya li Galeriya Tretikovskayê tê lidarxistin, dibin.

Ev pêşangeh bi piştgiriya Şaredariya Moskova, Yekitiya Hunermendên Rûsyayê û Yekitiya Avrasya ya Hunerî pêk tê.

Pêşangeh ji 31’ê tîrmehê heta 7’ê tebaxê wê vekirî be. Di meha gulanê de 2 wênekêşên kurd Alan Roj û Rodî Tahlo bi fotografên xwe di pêşbaziya fotografan a li Petersburgê dereceya 2’yemîn û 3’yemîn girtibûn.

Xebatên  şêwekar û hunermendên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gelek saziyên çandî û fermî yên Rûsyayê hatin nîşandan. Ev xebat hem roleke girîng ji bo balkişandin û danasîna herêmê û rewşa wê dilîze hem jî derfetek e ji bo hunermedan da ku xebat û dengê xwe bigihînin derveyî welat.