21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevdîtinên di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê de

Berdevkê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Kemal Akif diyar kir ku tu hevdîtinên siyasî di navbera Rêveberiya Xweser, MSD û hikûmeta Şamê de çênebûne û got “Em li gorî rêgezên diyalogên niştimanî tev digerin ku lihevkirineke sûrî-sûrî were mîsogerkirin.”

Kemal Akif têkildarî gotegotên der barê hevdîtinên di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de wiha got: “Di demên dawîn de hin aliyan daxuyand ku hevdîtin di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û hikûmeta Şamê de çêbûne û hinan ji wan behsa hevdîtin, şert û nuqteyên binakok kir. Di vê der barê de em dibêjin ku li gorî rêgezên diyalogên niştimanî em tev digerin ku lihevkirin û îstiqrareke sûrî-sûrî mîsoger bibe. Di heman demê de em dibêjin tu hevdîtinên siyasî di navbera me û Şamê de çênebûne.”

Berdevk di berdewama axaftina xwe de behsa peymana parastina sînorê kir û wiha got: “Li Kobanê û Minbicê di çarçoveya peymana parastina sînor a 2019`an de peyman di navbera QSD`ê û artêşa Sûriyê de hene. Hemû gotegotên derveyî çarçoveya fermî ya Rêveberiya Xweser û MSD`ê, derew in.”