17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nalê doza azadiya Kurdistanê: Meqap

Zarokatiya min li gund derbas bû û heta lîseyê jî pezê me hebû. Herdu rojên dawiya heftê û mehên havînê ku dibistan tunebû, em diçûn ber mî û berxikan. Ji ber vê jî dema me pir zêde li çolê derbas dibû. Di van roj û mehan de min çend caran şervanên doza azadiyê dîtin.

Bêguman çaxê ku mirov wan didît destpêkê çeka wan û piştre jî sola wan bala mirov dikişand.
Dema ku em zarok li hev biciviyan û me qala wan bikira, her kes ji me bi dorê taybetmendiyeke wan digot. Tişta ku min jî hîn kiribû zerbûna sola wan bû. Lewre dema ku dor bihatina ser min bersiva min jî ev bû; solê wan zer in.

Piştre dema ku televizyon ket mala me û êdî min wan her roj di televîzyonê de dît, ew sola zer li ba min bû sola gerîla. Çaxê ku demsal dibû havîn, bavê min û apê min wana jî vê solê ji bo karê havînê dikirîn. Li ba wan meqap li ba min navê wê sola gerîla bû.
Bi mezinbûna temenê xwe re têgihiştim ku sola zer ango sola gerîla ne tenê sol e. Belê sola zer a bîra zarokatiya min meqap êdî yek ji remzên têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê ye.
Binêrin di van rojên ku li ser parçeyek xaka Kurdistanê êrîşên dagirkeriyê pêk tên de meqap li ser destan digire. Gotin di cih de be weke alekê li xayîn û hevkarên êrîşên dagirkeriyê tê bilindkirin.

Dema di serdana wî ya Îngilistanê de li paytexta Îngilistan Londonê jineke ji başûrê Kurdistanê bi meqabê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî şermezar kiribû. Dîsa li silêmaniyê jî bi heman rengî di çalakiyeke şermezarkirinê de meqap hatibû bilindkirin.

Ev jî nîşan dide ku meqap êdî nalê doza azadiya Kurdistanê ye.
Çawa ku di dîrokê de bi saya nalê piyê wan bi hespan gelek şer hatine kirin û serkeftin hatine bidestxistin; bi meqaban jî gelek şer hatine kirin û bi saya wan şervanên azadiyê ji bo kurdan gelek destkeftî bi dest xistine.

Heke di dîrokê de cih ji mehandina nalên piyê hespan re hatibe veqetandin ji niha şûn ve divê êdî cih ji qetandina meqabên piyê gerîla re jî bê veqetandin. Ferqa wan ew e ku nalên gewdê hespan meqaban jî gewdê şoreşgeran hilgirtiye.

Lê di vê oxira nalbûna meqabê de kêm gotin jî jê re nehatine gotin.
Ji serokwezîran bigire heta walî û qaymeqeman meqap di çavê wan de sola “terorîstan” bûye. Gelek caran jî firotina wê li Kurdistanê qedexekirine û kesên ku wê firotina jî ceza kirine.

Lê meqabê û siwarên xwe qet guh nedane van gotinan û hertim li karê xwe nêrîne. Ev jî hiştiye ku meqab di dilê kurdan de cih vede û bibe remza azadiyê.