spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kampanyaya ‘Ji Ocalan re Azadî’ mezin dibe

Kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî” ya sendîkayên ku nûnertiya 6 milyon karkerên rêxistinkirî yên li Îngilistanê dikin, ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dabûn destpêkirin her ku diçe mezin dibe. Sendîkaya Socîal Workers Unîon (SWU) a di sektora xizmetên civakî de û 15 hezar endamên wê hene, biryar dan ku ew jî tev li kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî” bibin. Bi tevlêbûna SWU re hejmara sendîkayên di qadên cuda de tev li kampanyayê bûne, gihişt 16 sendikayan. Meha borî di kongreya sendîkaya perwerdeya neteweyî de ya ku 510 hezar endamên wan hene, hezar û 700 delegeyan posterê Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan hildabûn û bi dirûşmeya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî’ daxwaza berdana Ocalan kiribûn.

ASLEF dê banga azadiyê bike

Sendîkaya ajovanên trenê ASLEF dê hefteya pêş konferansa xwe ya salane li dar bixe. Tê payîn ku ev sendîka jî banga azadiyê dubare bike û tevî posterên Ocalan çalakiyên piştevaniyê li dar bixin.

Di heman demê de hate diyarkirin ku ji bo azadiya Ocalan û şerê ku dewleta tirk li dijî Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin li Îngilistanê wê hin rêzeçalakî werin lidarxistin. Tê payîn ku di vê çarçoveyê de di kongreya salane ya sendîkaya GMB’ê de ku 500 hezar endamên wê hene de dê posterên Ocalan bên hildan û daxwaza azadiyê were dubarekirin.

Dê ji bo Ocalan bimeşin

Di heman demê de di 18’ê Hezîranê de bi pêşengiya kongreya sendîkayan wê meşeke mezin bê lidarxistin. Tê payîn ku 150 hezar kes tev li meşê bibin. Amadekariyên meşa mezin didomin.  Di meşa ku dê windahiyên mafên civakî yên li Îngilistanê tên jiyîn û bihabûna jiyanê jî were şermezarkirin de tê payîn ku wê bi hezaran endamên sendîkayê bi organîzekirina Meclîsa Gelê Kurd tîşortên ji Abdullah Ocalan re Azadî tevlî meşê bibin.