5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Dev ji polîtîkayên pişaftinê berdin’

Baroya Amedê, Tora Ziman û Çanda Kurdî, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li pêşiya avahiya Edliyeya Amedê daxuyanî dan. Maseya Saziyên Maf û Hiqûqê û Weqfa Mafên Mirovan a Tahir Elçî jî di daxuyaniyê de amade bûn.

Endama Komîsyona Ziman a Baroya Amedê Elîf Bîrkilî daxuyanî xwend. Bîrkilî, bal kişand ser Kovara Hawarê û wiha got: “Kovara Hawar, ji bo zimanê kurdî pêngaveke mezin û girîng bû. Di 15’ê Gulanê de dest bi weşana xwe kiribû lewma di sala 2006’an de 15’ê Gulan weke Cejna Zimanê Kurdî hat pejirandin. Ji wê salê ve her sal ev cejn tê pîrozkirin. ”

 Polîtika bişaftinê didome

Bîrkilî, destnîşan kir ku ji destpêka avabûna komarê heta niha polîtîkayên qedexekirinê yên li ser zimane kurdî berdewam in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber zagona bi hejmar 2932 ku di sala 1983’yan de kete meriyetê û heta 1991’ê di meriyetê de ma, ji bilî tirkî axaftina bi zimanên din hate qedexekirin. Kesên li dijî vê zagonê derdiketin û bi kurdî diaxivîn jî rastî zext û dozan hatin. Di vê pêvajoyê de bi hezaran kurdên bi kurdî diaxivîn rastî cezayan hatin. Hêj jî kurdî bêstatû û bêderfet e û ji azadiya xwe bêpar e. Polîtîkayên Tirkiyeyê yên li ser bingeha înkarkirin û asîmîlasyona zimanê kurdî berdewam in.”

‘Dest ji polîtikayên zextan berdin’

Bîrkilî, got ku divê zextên li ser zimanê kurdî bi dawî bibin û ev bang li rayedarên dewletê kir: “Dev ji polîtîkayên pişaftine berdin û di serî de çand û zimanê kurdî ku salên dirêj in di bin zext, tundî û polîtîkayên pişaftinê de ne berdin. Hemû zimanên din ên ku di bin xetereyê de ne û tune tên hesibandin nas bikin. Azadiya zimanan esas bigirin û ji bo van zimanan derfetên fêrbûn, axaftin û fêrkirinê biafirînin. Ji bo vê yekê jî divê di zûtirin dem de zagonên pêwîst bên derxistin.”