12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nalîn

Metîn Yaşa

Kujer diyar in û yên li pey kujeran jî. Tevî ku rewş wisa ye çima tenê kujer tê nasîn. Dibe ku çend sedemên xwe hebin teqez hene jî, nexwe çima yên li pey kujer xwe ditelînin. Bersiva me: Ji ber ku ew tirsonek in loma ye, ya we çi ye çi nîne, hûn çêtir dizanin.

Tirsonek in lewre sûcdar in. Herî zêde jî ji axaftina mirovan ditirsin. Lewre her mirov tiştekê dizane û dibîne, dixwaze di der barê tiştên ku dîtiye û bihîstiye de fikr û nêrînên xwe bîne ziman û parve bike, bide parvekirin. Yanî dixwaze bûyerên di jiyana wî de diqewimin bîne zimên, bi vî awayî govaniyê bike. Bi vî awayî hem di warê mirovahî de hem jî di warê wijdanî de dixwaze rihet bijî. Lê heyf û mixabin najî, bêhizûr e, çimkî sûcdar ew tirsandiye. Naçe şîna cîranê xwe, jê re sersaxî naxwaze.

Cendekê mirovan di sindoqan de didin destê dê û bavê wan, qet dengê xwe nake, ditirse. Ji mirinê ditirse, ji birçîmayînê ditirse, ji heps û zîndanê ditirse yanî ew kirine tirsonek. Sûcdar ji tirsonekan hez dikin. Destên xwe di serê wan didin, pişta wan miz didin, devê wan hinekî şîrîn jî dikin, lewre dixwazin ji xwe re hevalbendan çêbikin. Çêdikin jî, lê piştî karê xwe qedandin dizivirin wan û pehînekan… Gotina temam ji keran re tê gotin lê heyf û mixabin tirs pêşiya mirinê nagire û tu car jî negirtiye.

Serê axaftin û binê axaftina sûcdar demokrasî ye, lê wekî tê zanîn yek ji pîvana sereke ya demokrasiyê di her war û qada jiyanê de mirov bi karibin bi hêsanî fikr û ramanên xwe bînin ziman. Lê mixabin sûcdar nahêle. Ji bo mirov neaxivin tiştên nemayî tînin serê wan, xizmên wan û hemû hezkiroxên wan.

Wekî ku dapîr û bapîrên me gotine,“ Tirs pêşiya mirinê nagire.” Bê lome be, qala mirina fizîkî nakim, ev yek li pêşiya me hemûyan heye. Hûn dixwazin ji vê re bibêjin mirin an jî cih guhertin, bi naveke dîtir kiras guhertin. Tercîh a we ye, tevî ku heqiqet cuda be jî. Qala mirina mejî dikim yanî sekinandina aqil. Di roja me de qeyrana ku tê jiyîn sedema sereke ev e yanî qeyrana hişmendiyê ye. Ev bi serê xwe mijareke cuda ye. Li ku dest pê kir kê da destpêkirin û hwd. Esas mijara me kujer in. Li ser vê axê, li vî erdî, li vî welatî (Kurdistan) li vî bajarî (Amed) li kolanên vî bajarî geh li binê pirekê, carnan li serê rêyekê, li newalekê, li mesilekê, li ber kevirekî, li bin zinarekî yan li qadekê yan jî zarokek di hembêza dayikekê yan jî bavekî de ku bi destê kurê xwe girtibû. Di wê demê de, di wê keliyê de hat kuştin. Zarokan çi digot, çawa qîriya, çawa hawar kir. Lê gotinên ê ku hat kuştin çi bûn? Têgihiştina vê yekê ji bo jiyaneke bi rûmet nebe nabeye.

Bi hezaran ku kujerên wan aşkera ne, yek ji wan jî Haşîm Yaşa ye. Sedema ku hat kuştin, xwedîderketina wî ya li çapemeniya azad bû. Ev bû sedema dawîkirina li jiyana wî. Zarokên wî sêwî man, wekî bi hezaran zarokên gelê kurd. Miûz man, zarokatiya xwe nejiyan, neleyîstin, ne bi gogê, ne bi birê û hwd. Hêk û simîd firotin bi zikek têr û yekî birçî, lê zarokên bavê xwe yên qedirbilind û hêja man. Dibistan xwendin bûn bijîşk, xwestin bi vî awayî bibin alîkar ji bo êş û nexweşiyên mirovan. Lê sûcdaran tehemul nekirin. Ew ji karên wan ên bijîşkiyê dan dûrxistin. Çimkî bavê wan li çapemeniya azad xwedî derketibûn.

Çapemeniya azad weke navê xwe bû. Bêdadî nedipejirand. Li ser şopa heqîqetê bû, hemû qirêjî û gelaciyên sûcdaran radixist ber çavên mirovahiyê. Belê, Haşîm Yaşa jî dixwest vî dengî bigihîne gelê xwe yê ku hesreta azadiyê dikêşa, ev bû sedema cirma wî. Jê re gotin, “wê rojnameyê nefroşe!” Gef lê xwarin, lê wî paxaf bi dengê sûcdar yê wekî tenekê nekir. Bersiv da sûcdar û bi zarê xwe yê şîrîn û bi dilê xwe yê weke pola ku dildarê azadiyê bû gote sûcdar “Ma çima ev ne rojname ye? Ewqas rojname hene hûn ji yekî re deng nakin…” û karê xwe heta hêlma xwe ya dawî domand. Yanî sûcdar bi ser neket. Ew rojname tê xwendin.

Bi vê wesîleyê di kesayeta qedirbilind û rûmetdar Haşim Yaşa de, hemû xebatkarên çapemeniya azad, bi rêzdarî bibîr tînin û bejna xwe li ber dilpakî û mezinbûna wan ditewînin û em dibêjin kujer, lanetiyên ser rûyê erdê ne û lewitandiyên ser erdê ne.