3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêzeromaneke dîrokî “Mij”

Rêzeromana Mij, ji sê romanên ku ji hêla nivîskar Mehmet Oncu ve weke sêbare hatiye nivîsîn ji Weşanxaneya Sîtavê derket. Çîroka van romanan li serdema Rûxîna Dewleta Osmaniyan û damezrandina Komara Tirkiyeyê pêk tê. Roman ronahiyê li rûdanên ku di vê serdemê de rûdayî digire.

Çîrokên van rêzeromanan li Şarî Adiyeman û derdora wê derbas dibin. Ji hersê romanan romanên bi navê “Helkîna Bayê Xerbî” û ya bi navê “Peşkên Baranê” ji hêla Weşanxaneya Sîtavê ve hatin çapkirin, paşê romana sêyemîn ya bi navê “Pirîskên Berfê” jî dê were çapkirin.

‘Helkîna Bayê Xerbî’

Ger dem ne xet yan jî xêzeke ji kêmaniya (negatîf) bêdawî tê û ber bi zêdahiya (pozîtîf) bêdawî diherike be, divê mirov wê weke xelekên marpêç (helezonîk) ên ku ketî zik hev fam bike. Ger ku wisa be mirov dikare bêje: Di dîroka kurdên Bakur de reşxelekek (xeleka dawiya sedeya 19’an û destpêka sedeya 20’an dihêwirîne) balkêş heye ku ew xelek kendalê du deriyên ku ji wan yek tê girtin, yê din vedibe bi hev ve girêdide. Deriyê hatî girtin rûxîna Xanedana Binemala Osmaniyan a ku kurd di bin kavilên wê de mabûn. Deriyê din Komara Tirkiyê ya li ser xaka kurdan hatî damezirandin bû ku di wê karesatê de kurd bi xapandineke zor mezin re rûbirû man.

Di wê xeleka reş de dîrokê di sêniya zîvîn de derfetek zêrîn û giranbiha raberî kurdan kir, bi wê derfetê kurdan jî dikarî wek xelkên Balkan û Rojhilata Navîn xwe serfiraz bikin û bigêjin dewleteke netewî. Lê belê kurdan nekarî wê derfetê bikarbînin, ji wê bû ku kurd bûn qurbaniya wê serdemê, ji wê şûnda li ser axa xwe bi şêwazeke sîstematîk hatin kuştin.

Belê fikra damezrandina komara Tirkiyeyê, di nav osmaniyan de bi hizba Îteat û Terakiyê destpêkir, contirkên ku di demeke kin de xwe di nav dewleta osmaniyan de bi rêxistinkirî li pey vê armancê bûn. Pêşî cihê ku dixwestin komara xwe lê ava bikin geriyan, paşê biryar dan ku komara xwe li ser birek axa kurdan û Anatoliyê (Asyaya biçûk) ava bikin. Ji wê bû ku wan ermeniyên li şar û bajarên kurdan rûdiniştin û xwedî samanekî gelek mezin bûn, ji bo komara xwe ya ku dikirin damezirînin weke xeteriyekê dîtin.

Contirkan bi rêya Teşkîlat-i Mexsûsaya ku bidest xwe xistî, ji qeyseriyê virde, bi şertê ku Kilîkyayê jî bihêwirîne hima li her şarekî kurdan birêxistinkirina xwe xurt kirin, dest bi dek û dolabên li dijberê xelkên wek ermenî û sûryanî kirin.

Mij romaneke sêbare ye, ji van romanan ya yekê:

Helkîna Bayê Xerbî, ya duduyan

Peşkên Baranê, ya sisêyan jî

Pirîskên Berfê ye…

Hersê romanên ku nivîskar Mehmet Oncu weke rêzeroman nivîsandî, ronahiyê li wê serdemê, serdema ku çirkeçirka dengê çatiya dewleta osmaniyan tê guhê mirov digre. Dema mirov li rûdanên di van rêzeromanan de rûdayî dinêre, gelek agahiyên ku ji gel hatî veşartin aşkera dibin, qod û şîfreyên xapandina xelkê kurd deşîfre dibin û mirov serdeyî kîmyeya şar û bajarên kurdan dibe. Dek û dolab, fên û fît, hîle û entrîkayên dewletên wek alman, îngilîz û fransiz li ber çavan tên raxistin. Kuştin û sirgûnên li ser xelkê ermenî û sûryanî tên sepandin bi awayekî çîptazî tên ber çavan, belê di vê navberê de buxtanên ku li xelkê kurd hatî kirin, nerastbûna tawanbarkirina vî gelî zelal dibe.

Di romanê de gelek çîrokên dramatîk ên ku bi kuştin û qirkirina xelkên ermenî û sûryanî bi dawî dibin hene. Hemû çîrokên di vê rêzeromanê de heyî, bi awayekî rewanbar diherikin tên, li ber deriyê binemala Kework Manûsyan digihîjin hev û hevdû dibirin.

Romana pêşî, yanê Helkîna Bayê Xerbî, bi xewna Wartûhiya jina Kework destpêdike, bi çîroka Bêdrosê ku ji hêla çelpesûqekî bi navê Ûsê Kerro va hatî kuştin bi dawî dibe.

Romana duyemîn “Peşkên Baranê”, bi êlankirina seferbegligê ya di sala 1914’an de destpêdike, bi koça ermeniyan ya di sala 1915’an de berdewam dike û bi çîroka Wartûhiya jina Kework ya ku herdu kurên xwe yên bi navên Mîsaq û Qarapêt dispêre binemaleka kurd û qizilbaş bi dawî dibe. Romana sêyemîn ya bi navê “Pirîskên Berfê” jî bi nameya Gedero Mayrik a ku sirgûnî Dêrazor dibe û paşê tê li Şarê Helebê dijî destpêdike û bi mirana lehengê wê yê bi navê Mîsaq Manûsyan a di sala 1944’an de li Parîsa paytexta welatê Fransayê diqede.

Hûn herdu romanên pêşî yên bi navê “Helkîna Bayê Xerbî” û “Peşkên Baranê” bixwînin, romana sêyemîn ya bi navê “Pirîskên Berfê” hûnê paşê bixwînin, ji ber ku ku hîn ew ne amadeyî çapê ye.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê