28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ka bersiva van pirsan bide wezîr

Di dema ku partiya AKP’ê hatiye ser desthilatdariyê û heta niha her ku hilbijartin nêz dibin dest bi fen û fûtên bi navê dîn û îmanê dikin. Van rojan dîsa dest bi çîrokên xurifî kirine û serê mirovên dîndar bi van çîrokên bêbingeh dadigirin, bi taybetî ev hilbijartinên pêşiya me ne wekî tu hilbijartinên din in ji ber av çûye bin kuna desthilatdarê û têkçûna wan nêz bûye.

Gelek mînakên van çîrokên wan hene ji belavkirina makarna û komirê û heta avakirina malên TOKÎ’yê lê mînaka van rojan a herî dawî li bajarê Agiriyê rû da.

Wezîrê Çandinî û Daristanan Vahît Kirişci li navenda partiya AKP’ê ya Agiriyê bi endamên vê partiyê re civînek li dar xist.

Kirişci pesnê partiya xwe da û got ku ev 20 sal in her dem biser ketiye. Her wiha got ku hilbijartinên ku dê di sala 2023’yan de pêk werin ji hilbijartinên berê tevan giringtir in.

Kirişci baş dizane ku bandora dîn li ser kurdan û bi taybetî li Agiriyê gelekî zêde ye lewre jî xefka xwe bi navê dîn û oldariyê li ber gelê me yê Agiriyê danî.

Vî Wezîrê nêçîrvan çîroka xwe wiha gotiye: Ev hilbijartinên li pêşiya me gelekî girîng in. Em ê hemû biçin axretê. Ew ê bipirsin, ji bo xatirê vî welatî yan jî vî miletî, ji bo xatirê hemû miletên bindest bi navê mirovahiyê we çi gav avêt? Hem ji xwedê re bersiva vê yekê li ba me heye.

Zirwezîrê AKP’yî xwestiye ku bi vê pirsa xwe ji gel re bêje ku heke hûn dengê xwe nedin partiya AKP’ê dê li axîretê hesabê wê yekê ji we were xwestin.

Lê mixabin kesek li wir tune bû yan jî kesekî ji tirsa desthilatdariyê newêrîbû ku bersivê bide wezîrê AKP’yî û jê re wiha bêje; Madem ku baweriya we bi Xweda û roja axîretê heye gelo hûnê çawa bersiva van pirsan bidin?

We çima di dema desthilatdariya xwe de bi hezaran ciwanên kurd ên ku doza mafên xwe yên rewa dikirin kuştin?

We çima di dema desthilata xwe de bi sedhezaran mirov ji azadiyê mehrûm kirin û ew xistin zindanên tarî de ji ber ku doza azadî û mafên xwe yê rewa kirin?

We çima ewqas çete derbasî axa Sûriyeyê kirin û bûn sedemê kuştina bi sedhezaran mirov, koçkirina bi milyonan mirov û talankirina malên bi milyonan kesên bêguneh?

We çima xelkê bajarê Efrînê, Serêkaniyê, Girêspî û bajarên din ên Sûriyeyê ji cih û warên wan kirin û çeteyên xwe yên kujer li şûna wan bicih kirin?

Bêguman lîsteya sûc û kiryarên desthilatiya te ne nivîsek û ne pirtûkek û ne jî pirtûkxaneyek têra wan dike lê bi texmîna min ji ber ku wezîrê çandiniyê berî her tiştî û berî pirs ji te werin kirin dê munker û nekir çend çakûçên ku di erdê de biçîne li te bidin.

– Çakûçê pêşî ji ber gunehê bi milyonan cotkar û karkerên ku di dema desthilata partiya te de birçî û perîşan bûne, dê li nîvê eniya te were xistin.

Çakûçê duyemîn jî dê ji bo vê zirdewrewa te li Agiriyê li te were dan.

Yanî heke em hesab bikin wê bi kêmanî li te bikevin hezar çakûçên yeman.

Wê biwerime ew serê te yê bê îman.

Ev tev wê li te bikevin beriya lêpirsîna pirsên giran.

Li wî serê te yê zelût werin dan.

Îca ma hêviya me û xwedayê şev û rojan.

Ku nunker û nekir serê te bikin heban.

Li herdu dunyayan te bikin îbreta binpêkirina mafên gelan.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê