8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi saya te Jîna…

Jina kurd Jîna Emînî di 16’ê îlonê de ji ber îşkenceya ‘polîsên exleqê’ yên Îranê jiyana xwe ji dest da. Li ser bûyerê di serî de li rojhilatê Kurdistanê li gelek navendên welatên cuda û Îranê çalakî tên li darxistin. Kurdên di girtîgehên Îran û Tirkiyeyê de jî bertek nîşanê kuştina Jîna Emînî dan. Rojnamegerê girtî Nedim Turfent jî bi rêya name bertekên xwe yên li ser kuştina Jîna Emînî bi van gotinan anî ziman.

Pênûsa min îro destên min de bindest ketiye. Ez gorî, ez nizanim ji peyvistanê kîjan peyvê hilbijêrim. Jîna çavên te bikil, dilên me milyonan bikul! Wan kabmax başverûyên dirinde canê te yê şêrin di bihara jiyanê de, bîst û du saliyê de kuşt. Bîst û du milyon caran çavên wan ên bêsinc kor bin!

Can Jîna, bijî ji te re. Te kirasê bêdengiyê dersxist, te axa mirinê li ser welat rakir, te çerxê deme yê zengari guhert. Îro şopînerên tîrêjên te li her derî li ber xwe didin. Îro bi saya te teşiya azadiyê dizivire. Bi saya te di geliyê gelan de vejînê rû daye. Tu bûyî ava jînê Jîna, tu her bijî.

Îro jinan lewendiyên xwe ba dan û ji dilistanên xwe çirûskên raperînê derxistin, fîstanên heft reng li xwe kirin. Bi saya te Jîna. Ji ber ku tu jin û tu jiyan î, azadî yî.

Jînacan, bi saya te kaniya jiyanê tu car çik nabe. Tu bûyî xala werçerxê. Êdî tu tişt wekî berê nabe û namîne. Wan ên ku li ser navê xwedayên nêr tu hiştîbûyî di bin fermanên şerîetî de di bin dengê şoreşa jinan de pelixîn û rabû hikma zordariya wan. Te qelenê azadiya milyonan bi bisk û guliyên xwe yên nazenîn da û tu bûyî nîşaneya raperîne. Te bi canê xwe helbestek nivîsi. Ew helbesta te dê bibe helwesta me ya jiyanê. Qêrîna te bûye zêmara milyonan…

Jîna, em ê bi saya cangoriyên nola te ji tarîstanê rizgar bibin û ber bi ronahiyê ve bimeşin. Ji bîr neke ku bafiroka te ya bi her sê rengê azadiyê îro li her derê ye. Bisk û baskên te bayê azadiyê anî, Jîna… Jîna , milyonan mirov bi tiliyên berxwedêr porê te yê pîroz şeh dikin. Bila çavên te neminin vekirî lewra berxwedana te tu car namîne bêxwedan.

Ax Jîna… Xweziya dilan tu li vir bibûya! Te ew raperîna xwe dîtiba. Bizanibe ku îro bi saya te di paxila jin û jiyanê de hêviya azadiyê heye. Hêvî tu yî Jîna… Jîna tu nemir î, Jîna tu sembol î…