18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rûsya bi fermî 4 herêmên Ukraynayê bi xwe ve girêdan

Îro Meydana Sor li navenda Moskovayê bi alan hate xemilandin û rayedar, wezîr û bi sedan berpirsên Rûsayê jî beşdarî civîna li Kremlînê bûn. Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn pêvekirina çar herêmên Ukraynayê bi Rûsyayê ve ragihand. Pûtîn ragihand ku rûniştvanên wan navçeyan êdî bûne welatiyên Rûsyayê.

Pûtîn bi tundî rexne li siyaseta welatên Rojava girt û idîa kir ku welatê wî îro jî û di hemû dîroka xwe de bi hêz e.

Pûtîn bal kişand ser wê yekê ku welatên rojavayî dixwazin Rûsiyê talan bikin, û naxwazin dewlemendiya Rûsiya bi hêz bihêztir bibe û teqez kir ku hêzên leşkerî dê bi her awayî berevaniyê li welat û navçeyên nû bikin.

Her wiha got ku welatê wî xwedî dîrokeke zêdetir ji hezar salan e, ji ber wê jî tu carî serî li ber fermanên Rojava natewîne.

Zelalkirina li ser Kherson û Zaporizhia

Hêjayî gotinê ye ku berdevkê Kremlînê, Dmitriy Peskov, îro serê sibê ragihandibû, ku pêwîst e “ronî bibe” ka ev pêvek dê tevahiya herêmên Zaporizhia û Xersonê bigire nav xwe yan tenê deverên ku di bin kontrola hêzên Rûsyayê de ne, lê di axaftina Pûtîn ya îro de behsa vê yekê nehat kirin.

Di derbarê Donetsk û Luhanskê de, Moskow di dawiya sibata borî de, berî destpêkirina operasyona leşkerî serweriya wan nas kiribû.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê