19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tevn

Fatma Taşli Tunç

Ez dixwazim di vê nivîsa xwe de behsa tevnê bikim ji xwînerên Ezîz re.

Di demsalên berê de çêkirina tevnê mîna fabrîqeyên niha, biwate û bi qedir bûn. Jinên ku tevn û teşî nizanibûna tunebûn.

Di her malbatekê de jinên teşîrês û tevinkar hebûn. Ji ber ku gelek alav û amûr bi tevnê dihatin çêkirin. Weke palas, erdîkon, çewal tûrê beriyê, tûrê şivanan, cilên hespan, balîfên ber palan û hîn gelek tiştên ku niha navên wan nayên bîra min.

Demên berê ahlên gundan, kund ê çiya û deştê, aboriya wan li ser xwedîkirina ajalan bû, wekî mih, bizin, mange, deve, hêstir, ga û hîn gelek ajalê din.

Serê bihar û havînê dema qusandina mih û bizinan, kar û berxan bû. Şivan bi hevringa wekî şûr, diketin nav keriyan û bi hostayî diqusandin, weke loda kayê davêtin ser hev. Êdî karê dayikan dest pê dikir û her wiha yê jinên ciwan jî.

Bi pişta xwe û carnan jî bi ker û hêstiran ew hirî û mû dikişandin ber çeman û bîran. Hirî didan ber datê şonik û keleşan.

Li avê didan, dikirin çemê de, piştî şûştina bi zehmet û bi pêyan, li ser kelem û tahtan radixistin. Dema ku zuha dibû kom û kulfet lê dihatin hev, gurnîk û qirincok jê dineqandin, êdî hirî û mû ji şeh re amade bû.

Sê-çar jinan li malê şehê hiriyê datanîn ber xwe û hetanî stêrka karwanan dihilat, hirî li şeh didan û di berde jî heyranok û biwêj digotin, yekê digot yên din jî lê vedigerandin.

– Destê rindê li bazina

Li şeh dixe mûyên karbizina

Guharê guhan zêr e mîna ferê destêr e.

Bi vî awayî berdewam dikirin.

Dema karê şeh bi dawî dibû, vêcarê dora teşiyê bû. Kevaniya dest bi ristina teşiyan dikirin.

Pêşî mû yekta diristin, paşê du gulok dikirin yek û badidan û dikirin sênex.

Êdî ji bo tevnê amade bûn, kevaniya malê.

Niha pêwîstî bi çi hebû ji bo konekî reş î kurmancî bê çêkirin?

Gulokên mû, Sêpî, Dargur, Darpişt, Masû, Bevş, Kerkît, Pîj.

Ev amûrana ji bo çêkirina tevnê pêwîst in.

Xwînerên Ezîz, cehaleta mezin ew e ku mirov hay ji çand û dîroka xwe nebe.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê