5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rûxîneriya bajaran

Bi salan e pêşiyên me ev hevok gotine û ketiye ser zimanê me. “Mala pîrê stara pîrê’’. Her dema em ji cihekî nexweş an jî bi halê betilî li mala xwe vedigerin em vê hevokê bikar tînin. Ji serdema neolîtîkê heta niha mala ku em behs dikin wekî stargehê em ji şert û mercên hewayê, ji ajalên dirinde parastine yan jî ji me re bûne cihê aramiyê. Lê bi kapîtalîzmê re bûye nîşaneyên dewlemendî yan jî xizaniyê ku cur bi cur cî û war derketine holê. Ev jî ji wê hêlê dibe ‘’hiyerarşiya wargehan’’. Ka em binêrin bê ev stargeh çawa li me bûne dojeh bi destên kapîtalîzmê. Yek ji amûra destê dewletên kapîtalîst û desthilatê ye ‘’rûxîneriya bajaran ’’. Em ê jê re nebêjin veguherandina bajaran ji ber ku hem rasterast dibe wergera ji tirkî û hem jî tiştekî neyînî nayîne hişê mirovan. Lê rûxîneriya bajaran baştir pênaseya vê tiştê dike ji ber ku bi her awayî rûxînerî ye.

Rûxîneriya bajaran piştî şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn ji bo cî û warên ku di şer de hilweşiyabûn û jinûve bêne avakirin derketibû holê. Li Tirkiyeyê di sala 2012’an de bi destê AKP’ê li dijî erdhejê bi qanûna 6306’an û bi konsepta ‘’bi qanûna veguherîna herêmên di bin rîska afatê de ne’’ hatiye rojevê. Bes piştî pêvajoya 2016’an madeyeke din bi vê qanûnê ve kirin û “li deverên ku nîzam û ewlekariya giştî ku jiyana asayî radiwestîne yan jî qut dike xistin meriyetê. Li bajarên wekî Nisêbîn, Şirnex û Amedê di bin navê “polîtîkayên ewlehiyê de” demografiya van cî û waran hat guhertin.

Dewlet malên kevin û di bin rîska afatê de ne, destpêkê tespît dike, paşê kontrol dike û piştî prosedurên fermî bi teblîxatekê xwediyên malan haydar dikin. Helbet maliyên ji vê rewşê nerazî dikarin îtiraza xwe bikin, heke qebûl bibe xweş mesele ye, nebe malxerabî ye. Wextê ew proje bi awayekî fermî jî qebûl dibe wan avahiyan didin destên muteahîtan û di şexsê Kurdistanê de şaxek ji şerê taybet dest pê dike. Dîsa bi taybetî li bakûrê Kurdistanê ji sala 2015  û 2016’an ve dest bi TOKÎ’yan kirine.

Cih, bîr û çand

Mirov nikare cî û war/cih ji bîra mejî veqetîne û jê cuda bigire dest. Cihê ku mirov zaroktiya xwe, heskirin û êşên xwe tê de jiyî be tim di bîra wî/ê de ye. Wan xaniyan ji esl û feslên wan derdixin û dikin wekî hev û yek şiklî. Malên ji erdên wan yên berê gelekî dûrtir xaniyan didin wan. Yanî wan ji cî û warên wan yên ku lê hatine dinê, ji cîranên wan yên kevn û ji taxa wan ya ku lê mezin bûne, ji çanda ku ji wê taxa xwe girtine dûr dixin. Dixwazin ku kesên li vir dijîn bêbîr bihêlin. Ev jî konsepteke ji şaxê şerê taybet e. Rewşeke manewî û balkêş heye, hema kes piştî travmayan jî xweşî li kîjan cî û warî dîtibe ew cî û war/xanî/avahî dibe amûra xewnên wê/î. Mirov dikare bibêje ev jî berxwedaneke rûhî ya li dijî vî şerê taybet e. Helbet nûkirin û başkirin baş e, lê wexta mirov demografiya civakî xeraneke û ji bo berjewendiyên xwe weke rantê bikar neyne, baş e.

Bi reklamên cur bi cur weke “Evim evim, güzel evim” xelkê bi krêdiyên bê dawî dikin bin deynan û behsa xweşikbûna wê jiyana aloz û kirêt dikin. Dixwazin ku wê rêxistinbûyîna xwezayî ya di nava gel de xera bikin, gel ji hev dûr bixin, bêhîs û bêçand bihêlin. Hestên wan yên empatî, exlaqî, welatperwerî û arîperwerbûna wan qels bikin an jî ji holê rakin. Berê dema ku cîraneke wan jiyana xwe ji dest dida, nas bikin an jî nas nekin êşa cîranên xwe parve dikirin û rêz digirtin ji şîna wan re. Lê mixabin niha ne wisa ye. Zarokên taxê emanetî hemû malan bûn û hemû mezinên wê taxê ew zarok diparastin. Lê niha tu kes di wan avahiyan de cîranên li gel xwe jî nas nakin. Gel di hûndirê wan avahiyên bilind de hepsiyên rêzefilmên xwe yên ku pesnê şer an jî jinan qirêj didin xuyakirin yan jî bi bernameyên weke ku xelk ji bo parîke nan yan jî peran bi hev re dikevin pêşbaziyê êsîr digirin. Bi vî awayî exlaqê civakê jî têk dibin.

Projeyên leşkerî û rûxîneriya bajaran

Di sala 2016’an de li Nisêbîn, Cizîr û Sûrê bi navê “operasyonên ewlehiyê” şereke ku heta em sax bin jî ji bîra me naçe ket rojeva me. Piştî derdora salekê jî ew qedexe û dorpêçên li ser wan bajaran berdewam kirin. Li gorî agahiyên ku gel didin me, li taxên ku dengê teqîna tank û topan jî nînbû, mal talan û wêran bibûn û hatibûn xerakirin. Piştî ku hin taxên qet operasyon lê nînbûn jî hatin vekirin û êdî taxên ku operasyon lê hebûne hatin dorpêçkirin û bi vî awayî ji bingeha şerê taybet re bêtir xurtkirin.

Li Nisêbînê 5 taxên mezin ketin nava wan projeyên rûxandinê û bi destê muteahîtan dest bi TOKÎ’yan kirin. Bi amûrên bêkalîte û dîwarên amade dest bi çêkirina wan avahiyan kirin. Gel jî li pişt wan têlan ev rûreşî bi keserek giran temaşe dikir. Hin ji wan muteahîtan jixwe kurdbûn, lê haya wan ji hebûn û xwebûna wan nîn bû. Li dijî gelê xwe di destên desthilatan de bûbûn leyîstok. Nisêbîn ji Qamişloka ku cîrantî û mervantî bi hevre kirine ji hev hîn bêtir dûr xistin û avahiyên wekî hev ku êdî mirov bes malên xizmên xwe nas bikin çêkirin. Li gorî plansazên bajaran û hevseroka TMMOB’ê ya Amedê Bêrîvan Guneş “ev avahî hemû yekser bi şiklên geometrîk hatine çêkirin û ev jî tê wateya hikumraniyê. Dewlet di dema ku tehdîdekê li dijî xwe bibîne ji bo ku zû bikaribe bikeve wî bajarî li taxê mudaxaleya xwe dike. Jixwe hewce nake ku em bibêjin me di nav betonê de fetisandin an jî bi betonê dorpêç kirin. Xaniyên berî van avahiyan bi piranî bi hewş û bi şînkayî bûn. Ev jî ji xwediyên xanî û zarokên malan re dibûn cihên bêhnvedan û cihê leyîstokan.

Jin ji wê azadî û jiyana komunal ya ku bi hefzaya xwe avakiribûn û dijîyan dûr ketin. Li van bajarên ku şerê taybet dest pê kir êdî tecawiza li zarokan zêde bû. Di nav ciwanan de bikaranîna tiryakê zêde bû. Ciwan bêyî aktîvîteyên civakî man û tenê diçin cafeyên tolazbûyî. Di wan cafeyan de jî ev tiştên qirêj gihiştine asta herî jor. Ev girîngiya wargehan û civakê bi awayekî xerab dide rûyê mirovan. Kuştin û tundiya li jinan li wan avahiyan hîn zêdetir bû. Ji ber ku civak ji hev dûr ketiye jinên tundî lê dihatin kirin êdî cîranên xwe wekî berê li dora xwe nedidîtin. Civakeke genîbûyî derket holê. Gel bi deyndarî ketine xaniyên ku jixwe yên wan bûn. Ji ber ku dewletê xanî ne li ser erdê wan, lê li ciheke din çêkir û di ser de jî pere ji wan xwest. Gelek fen, terq, dolab û bertîl li ser wan xaniyan bi destên berpirsiyaran derketin holê. Yanî bi kurt û kurmancî xelk hatin felişandin.

Ha mirov vê jî nebîne nabe, balkêş e. Li derdora wan TOKÎ’yan ew erdên ku bi qasî metreyekê hene yan jî tune ne, xwediyên wan avahiyan ji xwe re dorpêç kirin û çandinî tê de kirin. Ev ji aliyekî ve girêdana gel ya bi xwezayê tîne ber çavan. Lê ji aliyekî ve jî zêdebûna nefs û ferdperestiya ku di nav gel de zêde bûye radixe ber çavan.

Çareserî çi ye?

Divê dewlet van veguherînên bajaran (wekî ku ew pênase dikin) sosyolojiya civakê pişt çav neke. Kî berê li ku be divê dîsa li wî cihî xanî bide wî/ê. Teqez dest ji rantê berdin an jî karmendên xwe bi her awayî kontrol bikin. Ma gelo hêviya me ji dewletê heye? Na. Ji ber wê divê em wekî gel çi bikin?

1 – Teqez divê em rêxistinbûyîna xwe weke ku em herdem behs dikin ava bikin û xurt bikin. Ji bilî vê rêyeke din ji me re nîne.

2 – Divê em ji tekparêzî û ferdperestiyê dûr bikevin û vegerin ser hemdê xwe yê berê û yên ku bi empatî û bi ruheke komunalwarî tevdigeriyan.

3 – Divê haya me ji derdor, cîran û heskiriyên me hebin.

4 – Wekî jin jî divê em bi xweserî rêxistinbûyîna xwe xurt bibin, ji bo jin û ciwanan dorhêlên civakî û hîndekar ava bikin. Li hember tiryak û fihûşê bisekinin, ji bo wê jî li rêya çareseriyekê bigerin û ava bikin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê