14 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nerazîbûnên li Îranê bi rengên cuda berdewam dikin

Xwepêşandan û nerazîbûnên li dijî kuştina Jîna Emînî derbasî hefteya sêyemîn bûn. Di hefteya sêyemîn de ji bilî xwepêşandanan êdî bi rengên cuda tundiya hêzên dewletê û nerazîbûna li dijî wan tê protestokirin.

Hêzên dewletê di rojên dawî de bi tundî û hovîtiyeke mezin êrîşî xwepêşandêran kirin bi dehan xwepêşandêr bi guleyên polîsan hatin kuştin, bi sedan birîndar bûn û bi hezaran jî hatin binçavkirin û girtin.

Gelê Îranê di hefteya sêyemîn de êdî nerazîbûna xwe li hemberî dewletê bi şêwe û awayên cuda berdewam dike. Wekî mînak em dibînin ku ciwanek wêneyê xwe yê bi serê vekirî bê çarik û nixumandin li ser medya civakî parve dike. Ciwanek din stranekê li ser xwepêşandêran çêdike û parve dike û jineke din a ciwan porê xwe bi carekê kur dike û wêneyê xwe wiha par vedike.

Wekî mînak keça Minoo Mecîdî li ser gora Diya xwe wêneyekê xwe yê por jêkirî û bi servekirî par vekir. Minoo Mecîdî berî 10 rojan di xwepêşandanên li karmanşahê de ji alî hêzên dewleta îranê ve hatibû kuştin.

Li kêleka xwe hîna li gelek bajarên Îranê nerazîbûn û xwepêşandan hene lê ev şêweyê nû yê çalakiyên gelê Îranê jî her ku diçe berfirehtir dibe. Bi stranekê be, bi parvekirina wêneyekî servekirî be bi sekna li ser gora şehîdên vê serhildanê bin, gel nerazîbûna xwe tîne ziman.