4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Iraqê dîsa xwepêşandan dest pê bikin

Li ser bangên ji bo bîranîna (Nerazîbûnên Tişrînê) anku xwepêşandanên sala 2019’an ku li seranserê Iraqê hatibûn kirin û tê de bi sedan xwepêşandêr hatibûn kuştin û bi hezaran birîndar bûbûn.

Di demekê de ku Iraqê çavdêriya tevgerên ji bo bîranîna wan xwepêşandanan dike dengê hin teqînan li herêma kesk a Bexdayê hate bihîstin.

Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî bang li hêzên ewlekariyê ên dewletê kir ku teqez ew çekan li dijî xwepêşandêran bikar neynin, her wiha bang li xwepêşandêran kir ku zirarê nedin sazî û dezgehên dewletê.

Di wan xwepêşandanên sala 2019’an de desthilata alîgirên Îranê bi guleyan bersiva daxwazên xwepêşandêran da û di wan xwepêşandanan de bi sedan kes hatibûn kuştin.

Hêjayî gotinê ye ku Îraq ji dem hilbijartinên pêşwext ên ku di 10’ê cotmeha 2021’ê de pêk hatin, di pêvajoyeke krîzeke mezin a siyasî de dijî. Her wiha ji tîrmeha 2022’an vir ve her ku diçe xirabtir dibe, ji ber ku Muqteda Sedir xwe ji siyasetê vekişand û nakokiyên mezin di navbera aliyê Muqteda El- Sadr û Çarçoveya Hevrêziyê de derketin. Niha jî aliyên siyasî hewl didin ku hikûmetê bêyî El Sedir ava bikin lewre tê texmînkirin ku alîgirên Sedir dê bi xurtî tevli van xwepêşandanên bîranînê bibin.