18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Belucistan ji bo tolhildanê berpirsê îstîxbarî hat kuştin

Ji 16’ê îlonê vir ve li Îran û rojhilatê Kurdistanê gel ji ber kuştina jina kurd Jîna Emînî li dijî hikûmetê çalakiyan li dar dixe. Çalakiyên ku 15 roj in didomin li hin bajaran her çi qas hinek sist bûbûn jî li zêdetir bajaran berbelav bûne.

Çalakvanê kurd E.N ji Rojnameya Xwebûnê re behsa rewşa dawî ya çalakiyan, êrîşa Îranê ya li ser partiyên kurd û çalakiyên belucan ên ku ji duh de destpêkirine, kir.

E.N di destpêka  axaftina xwe de bal kişand ser tundiya dewleta Îranê ya li dijî xwepêşandaran û ev tişt anî ziman: “Ji ber çalakiyan bi hezaran girtî û bi sedan kuştî hene. Cenazeyên gelek kesên ku wenda bûn êdî tên dîtin.  Duh li Tahranê zaroka bi navê Nîka Şakeremî  ya 16 salî  ku wenda bû cenazeyê wê radestê malbata wê hat kirin. Malbata Şakeremî got ku rûyê keça wan ji ber îşkenceyê nayê nasîn. Em dikarin bibêjin ku ku ber van girtin û kuştinan her çiqas ji aliyê girseyî ve hin sistbûneke hebe jî serhildanên ku li 50 bajaran bûn niha gihiştiye sed bajaran. Partiyên kurd ji bo îro banga boykotê kiribûn. Niha qasî ku tê dîtin gel dikanên xwe venekiriye û banga boykotê pêk tîne.”

Êrîşa li ser partiyên kurd lîstoka Îranê bû

E.N êrîşa Îranê ya li dijî partiyên kurdistanî bi bîr xist û wiha axivî: “Di êrîşa Îranê ya li dijî partiyên kurdistanî de bi taybet partiyên nêzî Barzanî bombebaran kiribû. Di êrîşê de 16 kes hatibûn kuştin. Îranê armanc dikir ku bi vê êrîşê partiyên kurdistanî bike nav hewldaneke leşkeri da ku hem bala gel bikişîne ser wir hem jî ji gelên Îranê re bibêje ku şer şerê partiyên kurd û dewletê ye. Bi vî awayê xwest fars, ereb û belucan ji nav serhildanan vekişîne. Lê wek ku xwest nebû tu partiyên kurd bersiveke leşkeri nedan.”

Li dijî tecawiza rayedarê Îranê Belucistan rabû ser piyan

Yek ji neteweyên ku li Îranê di bin zilma dewletê de ye beluc in. Çalakvan E.N der barê belucan de got ku ew tim wek kurdan di nav serhildanan de bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji destpêka serhildana dawî heta niha beluc tim bi kurdan re bûn. Duh hat bihîstin ku rayedarekî dewletê tecawizê zarokekî beluc kiriye. Duh piştî limêja nîvroyê beluc rabûn ser piyan û çalakiyeke gelek mezin li  darxistin. Di çalakiya duh ya belucan  de herî kêm 57 kes hatin kuştin. Hin rêxistinên belucan li dijî vê êrîşê bêdeng neman û duh bi şev  berpirsê rêxistina îstîxbarî yê parêzgeha Belucistanê Alî Mosewî tevî cîgirê wî kuşt. Hin rêxistinên belucan piştî bûyerê gotin ku ew kes  ji bo tolhildana belucên ku di çalakiyan de hatine kuştin, hatin kuştin û wê çalakiyên me bidomin. Niha dewleta gefa êrîşê li rêxistinên belucan dixwe. “

Hefteya pêş me pir girîng e

E.N diyar kir ku êrîşeke tund li ser çalakvanên jin, ciwan û medenî heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kesên ku li ser torên civakî parvekirinek kiribin an tev li hashtageke bûbe ji aliye dewletê ve tê revandin. Lê hê jî çalaki bi israr didomin. Hefteya pêş me ji bo serhildanê pir girîng e. Heke Çalakî hefteyeke jî bidomin dê hikûmet nikaribe van çalakiyan biterpisîne.”