5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

NATO der barê Ukraynayê de daxuyaniyên balkêş da

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg diyar kir ku tu carî herêmên ku li Ukraynayê hatine dagirkirin weke beşekî ji Rûsyayê nas nake.

Referandûmên sexte

Jens Stoltenberg diyar kir ku ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn vir ve ev mezintirîn hewildana pêvekirina bi darê zorê ya li ser axa Ewropayê ye, herêmeke bi qasî Portekîzê ji aliyê Rûsyayê ve bi awayekî neqanûnî ji axa Ukraynayê hat veqetandin, Stoltenberg der barê mijarê de wiha got: “Referandûmên sexte li Moskovayê hatin kirin û bi tevahî qanûnên navneteweyî binpê kirin.

Stoltenberg, di berdewama axaftina xwe de got: “Ev erd yê Ukrayna ye. Donetsk Ukrayna ye. Luhansk Ukrayna ye. Kherson Ukrayna ye. Zaporizhia Ukrayna ye. Wekî ku  qirim jî Ukrayna ye.”

Nîşana qelsiyê ye

Stoltenberg bal kişand ku Rûsyayê cara duyemîn e bi zorê axa Ukraynayê zeft kir û got: “Ev ji destpêka şer û vir ve kriyara herî giran e.”

Stoltenberg biryara îlhaqê wekî “nîşana qelsiyê, ne hêzbûnê” dît û got, “Ev îtîrafek e ku şer wek ku hatibû plankirin nemeşiya û Pûtîn bi tevahî di armancên xwe yên stratejîk de têk çû.”

Dê Piştgiriya Ukraynayê bidomînin

Sekreterê Giştî yê NATO’yê  der barê piştgiriya welatên Rojava bi Ukraynayê re jî wiha got: “Armanca Pûtîn ew e ku me ji piştgirîkirina Ukraynayê dûr bixe, lê ew ê bi ser nekeve.”

Stoltenberg bal kişand ser vê yekê ku piştgirîdayîna Ukraynayê hem ji bo xweparastina vî welatî hem jî ji bo ewlehiya hevalbendên wê yên NATO’yê girîng e û wiha got: “Em naxwazin Pûtîn bi ser bikeve, ji ber ku heke ew bi ser bikeve dê peyamek derkeve ku welatên otorîter ên mîna Rûsyayê bi rêya bikaranîna hêza leşkerî dikarin armancên xwe pêk bînin. Ev yek wê hemû cîhanê xetertir bike.”

Daxuyaniya nulkeerî

Gotinên Pûtîn ên der barê bikaranîna çekên nukleerî xeternak û bêhişî  ne. Stoltenberg got ku wan di helwesta Pûtîn ya di mijara nukleerê de tu guhertinek nedîtine. Û wiha axaftina xwe domand: “Em tiştên ku Rûsya dike ji nêz ve dişopînin. Divê Rûsya fêm bike ku nabe şerê nukleerî ti carî rû bide. Heke çekên nukleerî bikar bînin dê ji bo Rûsyayê encamên giran derbikevin. Ev yek pir zelal ji Rûsyayê re hat ragihandin.”

 Serlêdana Ukrayna ya NATO’yê

Stoltenberg li ser serlêdana Ukraynayê ya ji bo endamtiyê got, “Mafê Ukraynayê ye ku rêya xwe hilbijêre, wê bikeve kîjan rêza ewlehiyê.”

Stoltenberg diyar kir ku tenê 30 endamên NATO’yê dikarin li ser endamtiya Ukraynayê biryarê bidin û ji bo endamtiyê jî bi yekdengî deng were pejirandin.