spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Partî û rêxistinên Rojhilat ji bo greva giştî bang kirin

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) û Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR), bi daxuyaniyeke hevbeş bang li hemû gelê rojhilatê Kurdistan û Îranê kirin da ku ji bo şermezarkirina dewleta Îranê, îro tev li  greva giştî bibin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Heya îro raperîn gihîştiye astek berçav û bersivek bi sûd. Lê pêwistî bi pêngavek di astek bilindtir de heye, divê bi rêbazên cûda weke grev û nerazîbûn, guhertin werin kirin.”

‘Azadiya teqez nêzîk e’

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Em bang li jin, karker, xwendevan, xwendevanên zaningehê, mamoste, rewşenbîr, kasibkar, çalakvanên siyasî, werzîşvan, hunermend û cotyaran dikin ku têkoşîna azadiyê bigihînin qonaxek nû û berfirehtir bikin. Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ bi tevlîbûna hemû gelên Îran û rojhilatê Kurdistanê, ji bo bidestxistina azadiyê, bûye haveyna herî mezin a şoreşa sedsala bîst û yekem a li ser bingeha azadiya jinan û gelan. Serhildana gelan niha gihîştiye astek ku destkeftiyên mezin bi dest xistiye û azadiya teqez nêzîk e. ”

Duh Navenda Hevkariya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê, li dijî bombebarankirina baregehên partiyên rojhilatê Kurdistanê yên li başûrê Kurdistanê banga greva giştî li hemû gelê rojhilatê Kurdistan û Îranê kiribû.