7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nameya girtiya nexweş: Êdî taqeta min nema ye

Di çalakiya Rûniştina F a li Stenbolê de nameya girtiya nexweş Guneş Tekîn hate xwendin. Tekîn wiha got: “Bikaranîna dermanan êdî taqet di min de nehişt.”

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê çalakiya xwe ya Rûniştina F di hefteya 578’an de berdewam kir. Çalakî, li pêşiya komeleyê hate lidarxistin û gelek xizmên girtiyan jî tev li bûn. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Guneş Tekîn ku li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê tê ragirtin û rewşa wê giran e. Di çalakiyê de pankarta “Bila girtiya nexweş Guneş Tekîn were berdan” hate vekirin û beşdaran dirûşmên “Tedawî maf e nayê astengkirin” û “Bila Guneş Tekîn were berdan” berz kirin.

Raçikên wê yên mil û lingan dihelin

Endama Komîsyona Girtîgahan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê Hatîce Onaran got ku hejmara kesên li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin zêde dibe û wiha domand: “Guneş, Tekîn di sala 2008’an de bi birîndarî hate binçavkirin û piştre hate girtin. Piştî emeliyatan jî raçikên wê yên di her du lingên wê û  destên wê de tune dibin û tevgera wê bisînor bû. Nexweşiyên wê yên penceşêra malzarokê, gastrîta çalak a kronîk, reflûya di asta zêde de, tîroîd û kolîtê ye. Di heman demê de parçeyeke hesin di pişika wê de ma ye û ji ber ku nehatiye derxistin, pirsgirêkê dijî.”

Ev 16 sal in têdikoşe

Onaran, piştre jî nameya ku Tekîn bo ÎHD’ê şandiye xwend. Nameya Tekîn wiha ye: “Laşê min êdî pir qels bûye. Li rexekî mercên girtîgehê û li rexa din jî her tim bikaranîna dermanan êdî di min de taqet nehişt. Dermanên ku tiştekî baş dikin jî ji ber bandoreke xwe ya din rê li ber nexweşiyeke din vedike. Jiyaneke wiha ya her tim bi dermanan re jî derûniya min serûbin dike. Ev 16 sal in di girtîgehê de me û temamiya van salan min bi nexweşiyê derbas kirin. Vê jî ez ji taqet xistim.”

Onaran, xwest ku Tekîn were berdan û bang li raya giştî kir ku di vê mijarê de bihestiyar bin.