6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sancar li Erzînê ye: Em ê riya jiyana nû bi hev re vekin

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar di civîna gel a Erzînê de axivî û diyar kir ku Hatay ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê amade ye û got: "Em ê rêya jiyana nû bi hev re vekin. Têkoşîna gelê me wê bibe serkeftina vîna guhertin û veguhertinê.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar û şandeya pê re serdanên xwe bi civîna gel a li Taxa Serînyol a girêdayî navçeya Antakyayê domand. Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk Şîrîn Nûr Vûral a li vir axivî, anî ziman ku di erdhejê de tenê hatin hiştin û wiha got: “Em ê di Mîthat Sancar de tiştên qewimî ji bîr nekin nedin jibîrkirin û hesabê wê bipirsin.”

Namzetê parlamenteriyê Kerem Nalbant ê pişt re mafê axaftinê wergirt jî anî ziman ku desthilata AKP’ê ya 21 salan ji êş û hesirên çavan zêdetir tiştek neda van gelan. Nalbant, bi lêv kir ku dê di vê hilbijartinê de desthilatê bişînin sergoyê dîrokê û got: “Em bi hêvî ne, bi biryar in û em ê teqez serbikevin.”

Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Canan Yuce jî anî ziman ku ev pêvajoya hilbijartinê ne weke tu pêvajoyên hilbijartinê ye û wiha axivî: “Heke em bixwazin vê desthilatê ji nû ve ava bikin divê em vê desthilatê bişînin. Heke em bawerî hev bikin, li cem hev bibin, em ê bajarê xwe ji nû ve ava bikin û em ê Tirkiyeyê jî ji nû ve ava bikin.”

Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari jî qala êrîşên li ser partiya xwe û polîtîkayên desthilatê yên di erdhejê de kirin û wiha got: “Me Şîrîna (Şîrîn Nûr Vûral) Serînyolê xist nav lîsteyê. Em wê bişînin Meclîsê.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ê pişt re axivî, anî ziman ku gelê Hatayê amade ye ku vê desthilatê di 14’ê Gulanê de bişîne û wiha got: “Em ê di vê hilbijartinê de hêzê bidin Partiya Çepên Kesk. Em ê riya jiyana nû bi hev re vekin. Têkoşîna gelê me wê bibe serkeftina vîna guhertin û veguhertinê.”

Li Erzînê civîn veguherî mitîngê

Şande pişt re ji bo cejna gel pîroz bikin derbasî navçeya Erzînê bûn. Civîna li ber Rêxistina HDP’ê ya Navçeyê pêk hat veguherî mitîngê. Welatiyên li qadê bi cih nebûn derketin ser banê avahiyan. Hatîmogûllari ya li vir axivî qala namzetan û girîngiya hilbijartinê kir. Dû re Sancar anî ziman ku Hatay ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re amade ye. Sancar diyar kir ku hêvî û biryardariya têkoşînê di nava mirovan de ji holê ranebûye û wiha got: “Me ev yek li her derê dît. Em dikarin êş, xemgînî, van birîn û texrîbatan tenê bi hêvî û têkoşînê hilweşînin. Ancax bi mezinkirina têkoşînê re em dikarin vê pergalê biguherînin.”

‘Hêza me ya desthilatê biguherîne heye’

Sancar anî ziman ku desthilatê ev welat bi polîtîkayên şer mehkûmî şer û xizaniyê kir û got: “Dem dema şandina desthilata AKP’ê û MHP’ê ya sergoyê dîrokî ye. Ev desthilat wê di 14’ê Gulanê de bi hewayê cejneke rastî biçe. Em di vê cejnê de xemgîn in. Di dilê me de êş û şîn heye. Hêz, vîn, biryardariya me heye ku em vê deshilata ku ev hemû afirandine biguherînin.”

Sancar diyar kir ku wê aştî û azadî were vî welatî û wiha got: “Em ê vî bajarî ji nû ve ava bikin, em ê li vî welatî jiyana nû jî ava bikin. Riya me vekirî be.”