8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nameyek ji xurbetê

Hesen Hemkê

Bi salan e ku gelek kes hêviya xwe di çûna derveyî welat de dibînin lê li gorî Evdo dibêje ew mesele jî ne wiha hêsan e. Evdo piştî salekê ji jiyana xwe ya li xerîbiyê ji min re  nameyek şandiye. Min jî xwest ku vê nameya wî bi we xwînerên hêja re parve bikim.

Evdo di destpêka nameya xwe de behsa bêrîkirina xwe ya hevalên li welat dike û paşê der barê rewşa xwe ya li xerîbiyê de wiha dibêje: Tu zanî hevalo li vir di destpêka hatina min de wekî kûçikê malê, kêf kêfa min bû, li ser darê piştê razayî bûm, min dixwar û vedixwar.

Piştî çend mehan û piştî ez hinekî hînî zimanê wan bûm û min dest bi kar kir ez bûm weke kerê şamî. Serê sibehê zû radibim diçim kar, riya çûn û hatina kar nêzî 3 seatan dajo.  Li kar jî tu nikarî serê xwe bixwirînî. Êvarê heta digihêm malê ji hawhaw dikevim û wekî termekî li ser ciyê xwe bê tevger dimînim heta roja din. Bi kurtasî jiyana min a rojane wiha ye. Li gel silavên germ û bêrîkirinê.