5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurê diya min

Zarok im, aqilê min hê ji nû ve tê digêhîje. Biçûk im, kar û barê min lîstik e, carana tev li hevalbendên xwe, carana jî weke xwîşka xwe ya mezin dijîm.  Zêdetir xwe weke mezin dihesibînim.  Her roj, diçim cilên xwîşka xwe li xwe dikim, ew cil li ser bejna min weke konekî vegirtî disekine, bi desmaleke mezin nava xwe dicivînim jor, grê didim, aliyekî jêr,  aliyê dine jor, porê xwe dikim sê çar kezî li ser dêrê xwîşka xwe de berdidim û derdikevim derve.

Ez di jiyana xwe de ew qas bextewar nedibûm dema min ew dêre li xwe nekira. Diya min bi min re şer dikir, şerê biçûk dikir. Digot tu zarok î, ew dêre li te pir mezin e, here wan derxîne. Lê her carê serê sibê heta êvara dereng min xwe bi wan cilan dixemiland û şad dikir, kêfa min weke cîhanê mezin dibû û min xwe xweşik jî didît lê ji bo diya min ne wisa bû.

Kurê diya min ê mezin, li derve bû, wî li bajarekî pir mezin dixwend, min û birayê min ê biçûk ew nas nedikir, me ew nedidît qet, her roj diya min behsa wî dikir, şîr dikeland, mast çêdikir, penêr çêdikir, rûnê nivîşk çêdikir, binsêl dipet.  Her meh çend pez bi bavê min dida firotan, perê wan ji kurê xwe re dişand bi tevî hemû wan xwarinan ve.

Rojeke havînê, serê sibê, şinge şing ji diya min tê, sivreke mezin hazir kiriye, li ser wê sivreyê bi hezaran xwarin heye lê min fêm nedikir  ka ji bo kê ye ew sivra mezin. Tenê dema birayê diya min dihatin me sivreke wisa didît. Paşê min dî yekî biyanî hate malê, dêmên wî spî, porê wî dirêj, bejneke zirav, di destê wî de valîzekî  zer… Min xwe li bin mêzera diya xwe de veşartiye û bi çavekî biyanî li wî mêze dikim.

Dema ew li min dinêre ez dikenim, piştî demekê min bala wî kişand, hat li ber min sekinî, her du destê min girt, got; ka careke din bikene, vê carê min kir hîqe  hiq û keniyam, birayê min ê biçûk qet destê wî bernade, tu dibê qey bi salan e li cem hev in.

Rabû kaxizek û pênûsek da destê xwe, got; hema wisa bikene, ez keniyam wî jî pênûsa xwe kaxiz xêz dikir, piştî demekê ew kaxizê xêz kiribû nîşanî min da, dema min wê kaxizê mêze kir, min got qey ez im. Porekî zer û dirêj, devekî bi ken, du heb diranê derneketî û du heb çavên piiir kêfxweş bi min re dikeniyan.

Paşê ez tê gihîştim ew kurê diya min ê mezin e, hezkiriyê wê lê birayê min bû. Wê demê du heb pirtûk jî ji me re hanîbûn, yek da min, yek da birayê min ê biçûk. Got; Van pirtûkan bixwînin, navê pirtûka min ‘Mala Biçûk, ya birayê min jî Mala Bêdeng’ bû.

Lê xwendin û nivîsana me tune bû ku em bixwînin, heta ku em çûn dibistana sereta, dû re me dest bi xwendina wan pirtûkan kir. Ew wêne yê wê demê hê jî li ber çavê min e. Ew kurê diya min e lê ew bixwe pirtûka jiyana min e.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê