3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di wêjeya zarokan de roman

Wêjeya zarokan cureyek ji hunera wêjeyî ye ku tê de çîrok, pirtûk, roman, kovar û helbestên taybet ji bo zarokan hatine nivîsandin. Beriya vedîtina wêjeya zarokan a nivîskî, wêjeya zarokan a gelêrî hebûye ku ew jî destpêka xwe vedigere çîrok û stranên ku beriya hebûna çapxaneyê ye, di dema ku dê û bav çîrok û lorîk bi devkî ji zarokên xwe re digotin. Jixwe li gorî ku me di kurteyê de behs kiribû di serdemên kevn de tiştek bi navê zarok an wêjeya zarokan tune bû. Di dîroka mirovahiyê de derfeta pêşketina zarokan çênebûye. Zarok heta serdemên ne pir kevn jî, ji aliyê cîhanê ve nehatine pênasekirin.

Lewma di sedsala îroyîn de û piştî pêşketina wêjeya zarokan di nava cîhanê ji serdermên borî û ta niha tenê wêjeya zarokan bi stran, lîstok û çîrokan tê naskirin. Her gava ku nivîskarek bixwaze berê pênûsa xwe bide wêjeya zarokan ji bo wan çîrok û helbestan dinivîsîne. Lê beşên din ên vê wêjeyê mina mamik, zûgotinok, roman û hwd hene ku di rola pêşketina kesayetî, hizir, fêrkirin û siberoja zarokan de gelekî dilîze. Lê di vê dawiyê de û piştî pêşketina qadên wêjeyî ya kurdî, roman jî pêşketin û ji wir nivîskarên ji bo zarokan dinivîsin, hem roman ji bo zarokan nivîsandin û hem jî ji zimanên din ji bo wan wergerandin. Lewma di vê kurte gotarê de em ê hewl bidin piçekî behsa romana zarokan bikin.

Wêne û nivîs

Piştî ku zarok ew qas pirtûkên çîrokan dixwînin, êdî dighêjin temenekî jor 9-10 salî û jor ve hez dikin ku romanên ji bo temenê wan hatine nivîsandin bixwînin. Hezkirina zarokan a xwendinê ji biçûkaniyê de gava dê û bav ji bo zarokên xwe di biçûkaniya wan de pirtûkên cur bi cur ên ji bo temenên wan hatiye nivîsin, nîşanî wan didin. Gava ew zarok beriya hîn fîrêhî xwendinê bibe dê û bav jê re wê pirtûkê dixwînin û ew jî ji xwe re bala xwe dide reng, wêne û dirûvên karekteran û hin caran li ser rewşa wan ji dê û bavê xwe dipirsin.

Romanên zarokan ji çîrokê dirêjtir in. Di çîrokê de nivîs hindik e û wêne û reng gelek in. Roman berevajî wê ye, wêne tê de hindik in û nivîs gelek e. Ew wêneyên di nava romanê de jî gelek caran bê reng têne çapkirin. Lê ew jî mîna çîrokan, dibe ku karekterên xwe mirov, ajal an jî tiştên din bin. Hin nimûne ji wan romanên ku ji bo zarokan hatiye nivîsîn:

–  The Wind in the Willows, Nivîskar; Kenneth Gramham (1908).

– Der Schweizerische Robinson, Nivîskar; Johann Rudolf Weiss (1812).

– The Water Babis, Nivîskar; Charles Kingsley (1963).

– Little Women. Nivîskar; Louisa May Alcott (1869).

– Le Avventure di Pinocchio, Nivîskar; Carlo Collodi (1883).

Romana zarokan a kurdî:

Her çend romana kurdî di nava zehmetiyan de be jî lê dîsa hewl daye ku asta xwe li gorî berhemên dîtir û cureyên romanê yên cîhanê li pêş bixe. Di nava wêjeya kurdî wêjeya zarokan jî di van serdemên dawîn de bi pêş ket. Di nava wêjeya zarokan de jî di van salên dawî de weşanxaneyan li kêlek çîrokên ji bo zarokan çap dikirin, cih dan romana zarokan jî. Lewma li vir em ê besa wan çend heb berhemên ku hem bi kurdî û hem jî yên hatine wergerandin bikin. Her wiha em ê rêzên wan berhemên romanan li gorî weşanxaneyên ku cih dane wan, nîşan bidin.

Her çendî roman ji bo zarokan hatibe nivîsîn jî helbet ji wan rêzên romanan wê ya pêşîn hebe. Romana pêşîn a zarokan li gorî ku Mem Bawer di axaftineke xwe de diyar kiriye, romana Mirina Jaro, nivîskar; Mamê Elî & Lewnd Ozkan ku ji Weşanên Berçemê derketiye (2007).

Weşanên Berçem Matbaa

  1. Mirina Jaro, Nivîskar; Mamê Elî & Lewnd Ozkan

Weşanên Morî

  1. Xwezî bi wan rojan, Nivîskar; Îsmaîl Dîndar
  2. Warê Leglegan Nivîskar; Îsmaîl Dîndar
  3. Bendar, Nivîskar; Hekim Atay

Weşanên Evrenselê

  1. Siwarê Ewran, Nivîskar; Îsmaîl Dîndar

Weşanên Zibeoq

  1. Kermêşa Çerok, Nivîskar; Yaqob Tilermenî

Weşanên Hîva

  1. Bajarê Zarokan, Nivîskar; Rustem Felat

Romanên klasîk in li Weşanên Aramê wergera wan a kurmancî1

Weşanên Aram- Klasîkên Zarokan

  1. Robin Hood, Nivîskar; Howard Pyle
  2. Kontê Monte Kristo, Nivîskar; Alexandre Dumas
  3. Ger û Geştên Gulivero, Nivîskar; Jonathan Swift
  4. Pînokyo, Nivîskar; Carlo Collodi
  5. Oliver +Twis+t, Nivîskar; Charles Dickens
  6. Tom Sawyer, Nivîskar; Mark Twain
  7. Huckleberry Fînn Çavhilkiriyên Leheng, Nivîskar; Mark Twain
  8. Gera li Dor Dinyayê di 80 Rojan de, Nivîskar; Jules Verne
  9. Pollyanna, Nivîskar; Eleanor H. Porter
  10. Kemanjenê Piçûk, Nivîskar; Eleanor H. Porter
  11. Masîreşkê Biçûk, Nivîskar; Samed Behrengi
  12. Serpêhatiyên Alîcê, Nivîskar; Lewis Carroll
  13. Girava Xizînê, Nivîskar; Robert Louis Stevenson
  14. Sê Çekdar, Nivîskar; Alexandre Dumas
  15. Sêwî, Nivîskar; Hector Malot
  16. Mîrko, Nivîskar; Antonie de Saint-Exupêry
  17. Încî, Nivîskar; John Steinbeck
  18. Qaqlîbaz, Nivîskar; Richard Bach

Di dawiya vê kurte gotarê de em tê digihîjin ku di nava wêjeya zarokan a kurdî de cihekî roman ê  girîng di nava zarokan de heye. Roman piştî ku zarok hinekî ji pêşdibistan û çîrokên tev bi wêne têr dibe di 9-10 saliya xwe berê xwendina xwe dide romanê. Ji wê jî di vê xebatê de em têdigihêjin ku romana Mirina Jaro, nivîskar; Mamê Elî & Lewnd Ozkan romana pêşîn a zarokan e ku ji bo zarokan hatiye nivîsandin.

Çavkanî:

-YILDIZ Rojdar (2019), Di Wêjeya zarokan de çîrok, Ankara: Sîtav, 174 r.

-TOSUN Türkan (2018),”WÊJEYA ZAROKAN A KURDÎ LI BAKUR” In kovara zanistên mirovî ya Zanîngeha Zaxo, 147-145 r.

-NOMAN EL-HITI Hadî (1988), Zanîna zarokan, Kiwêt: Meclis El-wetenî Ewêjeyî û Fenî, 241 r.

-ŞAWÎ Nûra, MIMANI Fatmê (2011-2012), “Çîrokên Zarokan Di Dibistanan de” In Zanîngeha El-E`qîde, Cezair, 68 r.

-REBHE Xalidî (2022), “Çîrokên Zarokan” In Zanîngeha Cîlalî, Zanîngeha Cezaêr, hejamara 5, 161-180 rr.

-REYNOLDS Kimberley (2011), Wêjeya Zarokan, wer: Yasir Hesen (2012), Qahîra: Saziya Hindawî bo Ferkirin û Çandê, 147r.

-KAYA Von Celîl (2022), “Wêjeya Zarokan bi Kurdî” On WDR, (26.08.2022), dîtina (01.12.2022), https://www1.wdr.de/radio/cosmo/programm/sendungen/bernama-kurdi/huner/wegerandina-edebiyata-zarokan-100.html

-BAHA (2019), “Wêjeya Zarokan” On Awêne Welat, (04.08.2019), dîtina (29.11.2022), https://aweneywelat.wixiste.com/sitem/post/w%C3%AAjeya-zarokan

-“Roja Navneteweyî ya Pirtûka Zarokan” On W Nûçeyan Wêjeyê (02.04.2016), dîtina (22.10.2022), https://www.actualidadliteratura.com/ku/roja-navnetewey%C3%AE-ya-pirt%C3%BBka-zarokan/

1-   Di nava lîgerînên dûr û dirêj de me ev agahî bi alîkariya Jîn Aryen, Hevgerînendeya Kovara Destar, bi dest xist.