17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrîşa Silêmaniyê rewa kir

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cutyar Adil  der barê êrîşa li dijî balafirgeha Silêmaniyê de daxuyaniyek da, êrîşa li Silêmaniyê rewa kir û berpirs û rêveberên Silêmaniyê tewanbar kirin

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cutyar Adil  der barê êrîşa li dijî balafirgeha Silêmaniyê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de bi tu awayekî şermezarkirina vê êrîşê an jî rexnekirina vê êrîşê tune bû. Berevajî wê yekê Cutyar Adil rayedarên YNK’ê rexne kirin û wiha got: Armanckirina balafirgeha navdewletî ya Silêmaniyê di encama dagîrkirina saziyên hikûmetê û bikaranîna wan di karên ne yasayî de ye.”

Di berdewama daxuyaniyê de Cutyar Adil dibêje: “Reftarên desthilata hizbî ku li ser sînorên Silêmaniyê hatine ferzkirin, bû sedem ku Tirkiyê geştên xwe yên ji bo firokexaneya navdewletî ya Silêmaniyê rawestîne û piştre jî bike armanc.”

Cutyar Adil  di dawiya daxuyaniyê de wiha dibêje: “Pêwîste dawî li van kiryarên neberpirsane bê anîn, desthilata hikûmetê vegere, rêgezek ku layîqê xelkê Silêmaniyê ye û di berjewendî û xizmeta xelkê de ye bê danîn û dawî li vê rewşa aloz a wê navçeyê bê.”

Li gorî hin nûçeyên li ser malperên civakî hatin belavkirin piştî vê daxuyaniyê rûpelê Cutyar Adil  rastî gelek rexneyan hat û di encama rexne û bertekên zêde yên li dijî vê daxuyaniyê ew neçar maye û malpera xwe ji şîroveyan re bigire.