22 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nûnertiya HDP’ê êrîşa li Silêmaniyê şermezar kir

Nûnertiya HDP’ê ya li Herêma Kurdistanê, êrişa li Silêmaniyê şermezar kir û bang li Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Hewayî ya Sivîl a Navneteweyî dikin ku rê li ber êrişên hovane yên dewleta Tirk bigirin.

Bertekên li dijî êrîşa ser Balefirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê her ku diçe zêdetir dibin. Ji bilî PDK’ê hemû hêz û aliyan bi peyama yekitiya neteweyî êrîşê şermezar kir û li dijî êrîşan daxwaza yekitiya neteweyî kirin.

Nûnertiya HDP’ê ya li Herêma Kurdistanê di derbarê êrîşa ser Balefirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê de daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:“Wek tê zanîn di 7’ê Nîsanê de li bajarê rewşenbîran Silêmaniyê, li ser Balefirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê, êrîşek hovane û berevajiyê hemû peymanên navneteweyî hate pêkanîn. Em wek HDP’ê ev êrîşa hovane ku li dijî YNK’ê û xelkê Silêmaniyê hatî pêkanîn, bi tundî şermezar dikîn. Bi vê boneyê carek din diyar dikin ku li beramberî zihniyet û siyaseta dijminê Kurdan ê ku vê êrîşê pêkaniyî, wek duh îro jî nikare gelê me bi êrîşên bi vî awayî teslîm bigire.

Li ser vê yekê em êrişa 7’ê Nîsanê weke dewama sîstema qirkirina Kurdan dibînîn. Ji bo vê yekê di şert û mercên îro de bersiva herî mezin ya ji bo êrişên bi vî awayî avakirina yekitiya neteweyî ye. Tekane rêya vê jî, yekirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd a li her çar beşên Kurdistanê tê dayîne. Encex bi vê rêyê wê gelê Kurd di nava gelê cîhanê de cihek ji xwe re bibîne û hemû êrîşên qirkirinê yên ku rû bi rû tê wê bikare têk bibe. Bi vê boneyê carek din em dixwazin bînin ziman ku em li gel rêveberiya YNK’ê û xelkê welatparêz ê Silêmaniyê ne.

Em wek Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê bang li Encumeniya Nûneran a Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku demil dest li dijî êrişan bertek û helwestek zelal nîşan bidin.

Her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Hewayî ya Sivîl a Navneteweyî dikin ku rê li ber êrîşên hovane yên dewleta Tirk bigirin.”