spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MÎT′ê 3 kesên efrînî revandin

Iatixbarata dewleta tirk MÎT′ê bi beşdariya çeteyên ′Polîsên Leşkerî′ li navçeya Mabata ya Efrînê 3 welatî revandin. Ji revandiyan yek jin e

Li gorî çavkaniyekî  ji navçeya Mabata ya Efrînê ku agahî dane ajansa ANHA’yê, Îstîxbarata dewleta tirk (MÎT) bi beşdariya çeteyên ′Polîsên Leşkerî′ bi ser çend malên welatiyên gundê Kitix de girt û 3 welatî revandin ku yek jê jin e.

Li gorî heman çavkaniyê, navên kesên ku revandine wiha ye: Cîhad Omer Heyder, Ebdu Elî Heyder û Asya Ehmed Heyder. Ew welatî bi hinceta beşdarî serhildana Cindirêsê bûne, hatin revandin.

Hêjayî gotinê ye ku  heman çavkaniyê diyar  kir ku piştî çeteyan 250 dolar wergirt, ew kesên revandibûn serbest berdane.

MÎT′ê beriya vê yekê bi hincet û tawanên derve 3 caran Asya Ehmed Heyder revandibû. Her carê malbatê fîdye li hember serbestberdanê dida.