4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xizmên Windayan: Kujer li ku ne?

Rêveberên ÎHD’ê û Xizmên Windayan li Amedê û Êlihê xwestin kujerên Necatî Aydin Davût Altûnkaynak ê 13 salî û Nedîm Akyon ê 16 salî bên dîtin û darizandin.

Rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 739’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li Bîrdariya Mafên Mirovan a Parka Koşûyolû ya Amedê li dar xist.  Xizmên Windayan, rêveberên ÎHD’ê û gelek kes tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan. Di çalakiya vê hefteyê hat xwestin ku kujerên Necatî Aydin ê xebatkarê tenduristiyê ku di 4’ê nîsana 1994’an de hat windakirin, pirsîn û serpêhatiya windakirinê hat xwendin.

Amed

Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn da zanîn ku ew bi taxrîbatên giran ên bêcezhiştina kujerên cînayetên salên 90’î re rûbirû ne.

Serokê Şaxa SES’ê ya Amedê Şiyar Guldîken jî axivî û got ew ê ala hevalên xwe têkoşînê ku di oxira têkoşîna azadiyê de canê xwe ji dest dane her hilbidin.

Rêveberê ÎHD’ê Firat Akdenîz jî metna daxuyaniyê xwend û bal kişand ser windakirina Necatî Aydin.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

Êlih

Li Êlihê jî rêveberên ÎHD’ê û Xizmên Windayan li ber Peykerê Mafên Mirovan a li serê Cadeya Gulistanê çalakiya heftane ya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan. Rêveberê ÎHD’a Êlihê Zekî Tanguner daxuyaniya vê hefteyê xwend û pirsa kujerên Davut Altunkaynak û Nedîm Akyon ê 16 salî li navçeya Kerborana Mêrdînê hatin windakirin û piştî 21 salan cenazeyên wan hat dîtin kir û xwest kujerên wan demildest bên cezakirin.