3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Gotin xelas dem dema çalakiyê ye’

Tifaqa Ked û Azadiyê Metna Mutebaqata Hilbijartinê xwe aşkere kir, diyar kirin ku ji bo di 14’ê gulanê de qezenç bikin ketine nava liv û tevgerê.

Tifaqa Ked û Azadiyê helwesta têkildarî hilbijartinan û metna mutebaqata Hilbijartinê li avahiya Yekitiya Mulkiyeyiyan a li Enqereyê bi civîneke çapemeniyê aşker kir. Piştî aşkerekirina danezanê nûnerên partiyên di nav Tifaqa Ked û Azadiyê de cih digirin axaftinek kirin.

TÎP: Em ê li 52 herêman bikevin hilbijartinê

Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş diyar kir ku di xebatên tifaqê de asteke girîng li pey xwe hiştin û wiha got: “Hebûna Tifaqa Ked û Azadiyê, ji bo li welatê me beriya hilbijartinan piştî hilbijartinan bihêzkirina wekhevî, azadî, aştî û edaletê pê were û ji bo welatekî ku hemû welatiyên me bikaribin bi dilxweşî di nava aştiyê de bijîn sîgorte ye.”

Baş têkildarî ketina hilbijartinan jî ev agahî parvekirin: “Li Tirkiyeyê 87 herêmên hilbijartinê hene, TÎP wê li 52 herêman bikeve hilbijartinê. TÎP tenê wê li 7 herêmên hilbijartinê ku HDP beriya niha parlamenter jê derxistibûn bikeve hilbijartinê. Em bang li hemû welatiyên xwe dikin ku tifaqa ked û azadiyê mezin û xurt bikin û ji bo rizgarkirina vî welatî ya ji rejîma yek zilamî piştgiriyê bidin. Em bi Tifaqa Ked û Azadiyê re dest bi meşeke ku em ê serbikevin dikin.”

EHP: Em ê bi yekitiyê rejîma yek zilamî hilweşînin

Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk jî anî ziman ku Tifaqa Ked û Azadiyê bi kedeke mezin hate van rojan û wiha got: “Em têkoşîna xwe dibin asteke jortir. Em bi keyfxweş in. Em ê li ser navê Partiya Çepên Kesk bikevin hilbijartinê. Em ê bi yekitiyê rejîma yek zilamî bişînin. ” Ozturk, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo parlamentoyê bihêz bikin divê hêza gelê birêxistin li parlamentoyê nîşan bidin. Ji bo avakirina demokrasiyê divê xwişk û biratiya gelan û aştiyê ava bikin, divê bi rêya muzakere û diyalogê çareseriyê bigerin.”

EMEP: Em weke tifaqeke aştiyê derketin holê

Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz diyar kir ku dengê gelan kirine yek û wiha axivî: “Tişta ku em anîn cemhev ew e ku zarokên vî welatî bi şev birçî diçin nav nivînan e. Kedkar dibêjin em zêdetir dixebitin lê em xizantir dibin, em nikarin debara xwe bikin, nikarin bibin xwediyê xaniyekî, nikarin derkevin bazarê. Em ne weke tifaqeke hilbijartinê weke tifaqeke aştiyê derketin holê. Em ê 1’ê Gulanê veguherînin roja têkoşînê ku daxwazên bi milyonan lê bilind bibin.”

Akdenîz wiha berdewam kir: “Em dibînin dijîn, êşên erdhejê dijîn. Me şîna xwe girt û êşa xwe dizanin. Em ê êşên xwe bi hersê re bikin yek. Em ji bo hesab pirsînê tên. Ev hilbijartin wê bibe hilbijartina ku rejîma yek zilamî biçe. Tirkiye wê sibeha 15’ê Gulanê bi ronahiya ku dawî li rejîma yek zilamî aniye, şiyar bibe. Em ji bo kedê, ji bo demokrasî û azadiyê tên. Ferqa Tifaqa Ked û Azadiyê ya ji tifaqên din bernameya wê ye. Em hemû gelê xwe vedixwînin vê meşê. Em Tirkiyeyeke serbixwe, demokratîk û laîk dixwazin. Ji bo Tirkiyeyeke demokratîk ku pirsgirêka Kurd li ser bingeha mafên wekhev çareser bibe, me dest bi meşa xwe kir. Dem dema hembêzkirina milyonan e. Em ji bo vê dest bi meşa xwe dikin. Bêyî Tifaqa Ked û Azadiyê dîrokeke nû nikare bê nivîsîn. Em ê dîrokeke nû binivîsin, ji bo vê jî em vedixwînin têkoşînê.”

SMF: Ji bo me dem dema çalakiyê ye

Ji SMF’ê Bariş Kayaoglû jî balkişand ku pêvajoyeke geşedanên civakî, siyasal û dîrokî lê dijîn pêk tê û wiha got: “Em di pêvajoyeke ku ref diyar bûne û dînamîkên civakî ref kirine yek de derbas dibin. Bila gumana kesê nebe ku Tifaqa Ked û Azadiyê ya ji kevneşopiya têkoşîna hevpar û berhevbûna têkoşîna dîrokî ya gelan pêk tê, wê vê dorpêça tarî hilweşîne û bişîne sergoyê dîrokê ku cihê heq dike. Her gotinên ku divê bên gotin hatin gotin. Her nîqaş hate birêvebirin. Tifaqa Ked û azadiyê bi gavên ji xwe bawer dimeşe. Di 14’ê Gulanê de bi biryar e ku beşa herî mezin a parlamentoyê bi hejmara herî mezin a parlamenteran temsîl bike. Ji bo me gotin xelas, dem dema çalakiyê ye.”

TOP: Em qadên jiyanê û têkoşînê tên

Endama Lijneya Berdevkên TOP’ê Perîhan Koca jî destnîşan kir ku Tifaqa Ked û Azadiyê bi berpirsyariyeke dîrokî derket rê û wiha got: “Em ji bo avakirina Tirkiyeyeke Demokratîk ketibûn nav liv û tevgerekê. Bernameya ku dê welat ji nû ve ava bike, jiyaneke nû û komareke demokratîk ava bike û li gorî rûmeta mirovahiyê li vir e. Ji roja ewil ve me got em ne tifaqa li ser maseyê ne. Em ji kolanan, qadên jiyanê û têkoşînê tên. Em bi awayekî herî xurt têdikoşin. Tifaqa Ked û azadiyê tifaqa karkeran, jinan, kurdan, elewiyan û bindestan e. Yekane alternatîfa xelasiya civakê ye. Em ê faşîzmê bişînin sergoyê dîrokê. Em ê pergala qesrê hilweşînin. Em ê di 14’ê gulanê de bi hev re qezenc bikin. Rêya me vekirî be.”

HDP: Em ê bi rêya 3’yemîn komara demokratîk ava bikin.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî ev tişt gotin: “Em di serdemeke krîzên herî kûr ên dîroka welêt tên jiyîn de ne. Pêwîstiya afirandina hevpariyeke herî berfireh a têkoşînên demokratîk ên ji bo derketina ji vê serdemê, ji bo me hemûyan jî lezgîn e. Tifaqa Ked û Azadiyê bi van biryardariyan derketibû holê. Em armanc dikin ku bi vîna kesên bindest, keda wan tê xwarin, tên paşguhkirin avabûneke nû bidin destpêkirin. Armanca me şandina vê desthilatê û guhertina vê pergalê ye. Em ê bi rêya 3’yemîn di sedsala nû de komara demokratîk ava bikin.

Em ji bo ji van pirsgirêkan re bi rêgez û bernameyên gelparêz çareseriyê ava bikin tên. Em ji bo vê tarîtiyê belav bikin tên. Di vê mijarê de vîna me saxlem e û bi biryar in. Divê em bêjin ku bi tenê bi me re dibe ku dawî li polîtîkayên veguherîna demokratîk, şer, derew û talanê bê anîn û aştî û edalet li Tirkiyeyê pêk were. Bila gumana kesê nebe, em ê bi hev re serbikevin. Bila rêya me vekirî be, em ji bo veguherînê tên. Em ji bo bi hev re qezenc bikin tên.”

Tifaqa Cûmhûr di rêza 8’emîn, Tifaqa Milet jî di rêza 18’emîn de cih girt

Li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) di hilbijartinên giştî yên 14’ê Gulanê de kişandina peşk a partî wê li ser pisûleya di rêza çendan de bin hate diyarkirin. Li gorî peşkên nûnerên partiyan kişandin Tifaqa Ked û Azadiyê ku wê Partiya Çepên Kesk û Partiya Karkerên Tirkiyeyê di bin heman banî de bikevin hilbijartinê di rêza 9’emîn de cih girt.