spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

KCK: PDK bûye sponsorê sûcên dewleta tirk

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê êrîşa dewleta tirk li dijî Balafirgeha Silêmaniyê bi tundî şermezar kir û diyar kir ku gelê Başûrê Kurdistanê wê bertek û bersivên pêwist nîşanî dewletên dagirker û şebekeyên xiyanetê yên hevkar bidin. 

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê di derbarê êrişa dewleta tirk a li dijî Balefirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê de daxuyaniyek belav kir û bi tundî êrişê şermezar kir. KCK’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku gelê Başûrê Kurdistanê wê bertek û bersivên pêwîst nîşanî dewletên dagirker û şebekeyên xiyanetê yên hevkar bidin.

Di daxuyaniya Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê de wiha hat gotin: “Di têkoşîna azadiya Kurdistanê de em di qonaxeke dîrokî ya girîng re derbas dibin. Faşîzma AKP-MHP’ê di şerê qirkirinê de ya ku bi hemû derfet û îmkanên xwe ve li dijî tevgera me, hêzên welatparêz û gelê me daye destpêkirin de, hatiye sînorê hilweşandinê. Ji ber helwesta Rêber Apo ya ku li Îmraliyê berxwedaneke dîrokî nîşan da û fedaîtiya gerîla ya ku li çiyayên Kurdistanê li hemberî her cure çekan li ber xwe dide, dewleta Tirk ketiye nav têkçûna giran. Rejîma Erdogan ku ketiye bin têkçûn û bêhêvîtiyê, dibe ku serî li her cure provokasyonan bide. Erdogan faşîst dixwest faşîzm li her derê serwer be û pêvajoya teslîmstendina civakê temam bibe. Di Newrozê de bi berxwedana jin û ciwanên Kurd vî hesabî Erdogan pûç bû û mirazê wî qirika wî de maye. Ev rejîma faşîst gav bi gav ber bi hilweşandinê ve diçe û wê gelê me di 14’ê Gulanê de derba dawîn li faşîzmê bide.

Rejîma Erdogan a ku di nav hilweşandin û bêçaretiyê de ye, dibe ku her cure provokasyonan bike.  Ji xeynî wê, êdî nikare tu girseyan li dora xwe kom bike. Tevgera me dizane ku Erdoganê faşîst ji bo li ser desthilatdariyê bimîne amade ye her cure sûcên neteweyî û navneteweyî bike û tevgera me biryara xwe ya bêçalaktiyê ya ku ji ber erdhejê ragihandibû heta hilbijartinên 14’ê Gulanê dirêj kir. Tevî vê yekê jî artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava, Başûr, Şengal û tevahiya Kurdistanê zêdetir dike.”

PDK dibe sponsorê êrîşan

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê  di daxuyaniyê de der barê êrîşên dewleta tirk ên piştî biyara bêçalakiyê û der barê hevkariya PDK’ê de wiha dibêje:  “Bi biryara tevgera me ya bêçalaktiyê û planên wê hatin xistin, Komara tirk  vê carê bi hevkarê xwe PDK’ê re, Başûrê Kurdistanê ji bo armancên terorîstî bi kar tîne, herêmên gelê me yên li Başurê bi kar tîne dike hedef û êrîş dike. Dewleta tirk her ku bi polîtîkayên xwe yên li dijî Kurdan veguheriye çete û rêxistineke terorîst a navneteweyî, her roja ku diçe ji bo aramiya herêmê dibe xetere. Komara Tirkiyeyê ji bo rêyekê ji vê êrîşkariya xwe ya terorîst re bibîne, her dem hêzên hevkar ji xwe re dibîne. Ev hêz li Efrînê Ehrar El Şam, li Kobanê DAIŞ, li Girê Sipî û Serêkaniyê OSO, li Şengal û Başurê Kurdistanê jî PDK ye. Di vê qonaxê de PDK li ser navê hikûmeta Başûr bûye amûra sereke ya êrîşên terorîstên Tirk ên li ser çar parçeyên Kurdistanê. PDK di raya giştî ya Kurdistanê de û di nav hikumeta Başûrê Kurdistanê de tenê maye û bûye sponsorê sûcên terorîzma dewleta tirk. Me weke tevger di pêvajoya hatina dewleta tirk a li Başûrê Kurdistanê, avakirina baregehên leşkerî û şehîdkirina Gerîlayê Azadiya Kurdistanê bi çekên kîmyewî de, gelek caran bi belge û belgeyan eşkere kir ku PDK piştgiriya dewleta tirk dike.  PDK vê rewşa xwe ya îxanetê didomîne û vê carê jî dibe sponsor ku dewleta tirk li balefirgeha Silêmaniyê bide û gefê li gelê sivîl bixwe. Hemû Kurd van êrîşan weke planeke dagirkeriyê ya ji bo statuya Başûrê Kurdistanê dinirxînin lê PDK dewleta tirk mafdar dibîne û ji bo êrîşên nû cesaretê dide dewleta tirk.”

PDK her kurdekî ku teslîmî Komara tirk nebûyî dike hedef

Di berdewamiya daxuyaniya KCK’ê de wiha tê gotin: “Aşkere ye ku PDK’ê di xizmeta berjewendiyên Komara Tirkiyeyê de ti sînoran nas nake. Di dijminatiya li dijî Kurdan de bûye şirîkê Komara Tirkiyeyê û her tiştê ku bi kêrî Kurdan tê, ji dewleta tirk a dagirker re radigihîne. Sûcên gendelî û hevkariya bi dagirkeran re li herêmên di bin kontrola PDK’ê de her roj bi mînakên nû derdikevin holê. PDK’ê li van herêmên ku di destê wan de ye, destûr nade karekî ku bikaribe xizmeta gelê Kurd bike, li her derê artêşa tirk digerîne, jê re hewcedariya lojîstîk peyda dike, rê ji wan re çêdike û wan digihîne çeperên gerîlayên azadiya Kurdistanê. Aşkere ye ku tu eleqeya vê bi kurdayetiyê û nirxên kurdewariyê re nîne. PDK’ê heta duh vê pêwendiya qirêj a bi Komara Tirkiyeyê re berxwedana Partiya me ya azadiyê dikir hincet û vedigot. Lê piştî êrîşa ku li balafirgeha Silêmaniyê hat kirin, di daxuyaniya qaşo ‘berdevk’ e li ser navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de axiviye jî tê fêmkirin, PDK’ê her kurdekî ku teslîmî komara tirk nebe dike hedef û Komara Tirkiyeyê teşwîq dike.”

Gelê Başûrê Kurdistanê wê bersiva pêwîst bide

Daxuyaniya KCK’ê di dawiyê de li ser êrîşa li nêzî balafirgeha Silêmaniyê wiha dibêje:Em êrîşa dewleta tirk a 7’ê Nîsanê li dijî Balafirgeha Silêmaniyê bi tundî şermezar dikin. Bi vê minasebetê em careke din PDK’ê ya ku van êrîşan teşwîq dike û hewl dide sûcên Komara Tirkiyeyê veşêre şermezar dikin. Li hemberî vê siyaseta hevkariyê ya ku statuya Başûrê Kurdistanê pêşkêşî Komara Tirkiyeyê dike, em di wê baweriyê de ne ku pêwîst e hemû Kurd bi taybetî jî Iraq ji bo ku şert û mercên azadî û ewlehiyê yên gelê me werin misogerkirin, bêyî ku demê winda bikin helwesta pêwîst bigirin. Em helwesta welatparêziyê ya hemû gelê Kurd bi giştî û rêveberiya Silêmaniyê bi taybetî li hember vê terora navneteweyî ya bê sînor silav dikin. Em di wê baweriyê de ne ku hemû gelê me yê Başûrê Kurdistanê wê li hemberî hêzên dagirker û şebekeyên xiyanetê yên hevkar tev bigerin û di bin her şert û mercî de xeta yekîtiya neteweyî biparêzin. Em bang li hêzên navneteweyî bi taybetî jî koalîsyonê dikin ku li dijî êrîşên qirker ên Komara Tirk a ku hiqûqa navneteweyî nas nake û Kurdan dike hedef, xwedî helwest bin.”