21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nêçîrvan Barzanî çû serdana Bexdayê

Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi şandeyekê serdana Bexdayê kir, tê payîn ku bi serokkomar, serokwezîr û serokê parlamentoya Iraqê re bicive

Li gorî nûçeya Rojnewsê, di saetên serê sibê de serokê Herêma Federal a Kurdistanê  Nêçîrvan Barzanî bi şandeyek bilind re çûye Bexdayê.

Nêçîrvan Barzanî wê tev li merasîma 42’yemîn salvegera damezrandina rêxistina Bedr û salvegera kuştina Mihemed Baqir Sedr bibe.

Rojnewsê di nûçeya xwe de diyar kir ku Nêçîrvan Barzanî wê li Bexdayê bi serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd, serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî, serokê parlametnoya Iraqê Mihemed Helbûsî û serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê Fayiq Zeydan re bicive.