28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Namzeta Çepên Kesk û 15 karker hatin binçavkirin

Karkerên înşaetê yên ku muçeyên xwe nagirin çalakî li dar xistin. Polîsan êrîşî çalakiyê kir û namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk Kezban Konukçu tevî 15 karkeran hatin binçavkirin.

Karkerên endamên Sendîkaya Karkerên Rê, Înşaetê û Avahiyan ên Şoreşger (DEV-YAP) ku li şantiyaya Navenda Fînansê ya Stenbolê dixebitin, du meh in muçeyên xwe negirtine. Karkeran ji bo vê yekê protesto bikin li ber Emlak Konut GYO çalakî li dar xistin. Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Kezban Konukçuyê jî piştgirî da karkeran.

Karker bi berzkirina dirûşman meşiyan û polîsan li ber Emlak Konut GYO wan dorpêç kir. Tevî dorpêça polîsan jî karkeran xwest biçin hundirê avahiyê û bi rayedaran re hevdîtinê bikin. Polîsan êrîşî karkeran kir û 15 karker û Kezban Konukçu bi lêdanê kirin binçavan.